Li Hewlêrê biryara qedexeya hatinûçûnê

Li Hewlêrê biryara qedexeya hatinûçûnê

Odeya Operasyonên Hewlêrê biryara qedexeya hatinûçûnê da û ragihand wê roja 30.06. 2020an serê sibehê saet 06an dest pê dike heta 04.7.2020an saet 12ê êvarê berdewam bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di ragehandina Odeya Operasyonan hatîye ragihandin, hatinûçûn ji demjimêr 6ê sipêdeyê heya 12yê şevê bi hemû awayekî tê qedexekirin li tevahîya sinorê parêzgeha Hewlêrê bi tevahîya qeza û nahîyeyên wê ve, ji bilî tîmên tenduirstîyê, hêzên ewlekarîyê, dîplomatkar, rêxistinên ajansên Neteweyên Yekgirtî û kompanyayên sûtemenîyê li gel fermangehên xizmetguzarîyê.

Herweha hatye ragihandin, kar asanî bo hemwelatîyan tê kirin bo dabînkirina pêdawîstîyên xwe ji xorak û kelûpelên pêwsît bi vekirina markêtên mezin û dûkanên firotina fêkî û gîyaya, dermanxane, otombêlên gazê.

Herweha hatîye aşkere kirin jî hatinûçûna parêzgeha Hewwlêrê li gel tevaya parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê bi temamî dê bihên rawestandin heta 04. 07.2020ê berdewam bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin