Li Herêma Kurdistanê 566 kesên din bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 566 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 16 kesên din bi Koronayê can dan.

A+A-

Wezareta Tenduristîyê ya Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 566 kes bi Koronayê ketine û 16 kes jî bi Koronayê can dane.

Li gorî amarên wezareta tenduristîyê, ji duhî de 164 nexweşên Koronayê jî baş bûne û çûne malên xwe.

Bi vî rengî hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 18 hezar û 766 kesan. 10 hezar û 644 kes ji wan baş bûne û 686 kes jî mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin