Li gundekî Êlihê 200 sera dibin ava bendavê de man

Li gundekî Êlihê 200 sera dibin ava bendavê de man

Li gundê Sêgirka yê li ser bajarê Êlihê ji ber bilindbûna ava Bendava Germavê ango Ilisuyê 200 serayên sebzeyan di binê avê de man.

A+A-

 

Li gor nûçeya Maşallah Dekak, Rûdawê, Gundê Sêgirka yê li ser bajaroka Girêsîra yê Bajarê Êlihê ev çend roj in bi zirareke mezin re rû bi rû maye. Lewre ava bendava Germavê ango Ilisuyê ji ber ku zêde bûye, zevî, sera û hemû berhemên çandanîyê yên gundîyan di bin avê de mane. Gundîyan nekarî yek lîreyekî jî qezenç bikin. Berevajî wê bi trîlyonan pere zirar kirine.

Yek ji van gundîyên ku zirar kirîye jî Îshan Sonmaz e. Wî îsal 4 jê sera 30 donum erd firingî, xîyar, îsot û balîcanan danîye. Lê avê daye ser serayên wî û hemû sebzeyên wî di nava avê de hişk bûye.

Îshan Sonmaz, gundîyê zirarmend, dibêje, “Ev îsal çar pênc sal in me sera çêkirin. Ji xwîna xwe, ji xwêdana xwe pereyên ku me dane hev me hemû xistin serayan. Serê donuma serayê me bi 30-40 hezar lîreyî pere xistê. Hemû ketin binê avê. Em mexdûr in.”

Gundîyên Sêgirka bi qasî 100 sal in li ser erdê xwe çandinîya sebze dikin. Ji ber ku gundê wan li ber çemê Dîcleyê ye, ava bendavê bandoreke xirab li wan kirîye.

Îslam Us, gundîyê zirarmend, dîyar dike, “Divê dewlet bê vê derê û dest bavêje vê derê. Eger ku zirarê me qerebû dike bila zû bide ku em bikaribin deyn û kredîyên xwe bidin. Heke na em di rewşeke gelek xirab de dimînin.

Weysî Yildirim, gundîyê zirarmend, dibêje, “Erdê me, serayên me yên gundîyan bi temamî di binê avê de man. Ku ji me re bigotana dê av were me îsal erd nedatanî, me zirarê xwe nedikir. Me deyn nedikirin.

Lokman Madakol, gundîyê zirarmend, dibêje, “Me malê xwe, xwîna xwe û canê xwe tev xistîye erd. Serayên me li vir li ber çavan in hemû di binê avê de ne. Em bê çare ne. Me tenê destê xwe niha ji xwedê re vekirîye.”

Gundîyên li Sêgirka ji wan gundên ku ji ber bendava Germavê zirar dîtine tenê yek e. Heta niha ji Kerborana Mêrdînê heta Bismila Amedê 199 gund bi temamî di binê avê de mane û ev gund hemû vala bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin