Li gelek bajaran bi ser malan de girtine: Koordînatorê Ma Musicê Kanîwar jî desteserkirine

Li gelek bajaran bi ser malan de girtine: Koordînatorê Ma Musicê Kanîwar jî desteserkirine

.

A+A-

Polîsan di saetên sibê de li gelek bajaran bi ser malan de girtine. Rojnameger Delal Akyuz jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Mersînê daye destpêkirin de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Izmîr û Edeneyê polîsan bi awayekî hemwext bi ser 28 navnîşanan de girtine.

Bi ser TUAY-DERê de girtine

Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û xizmên girtiyan hatin desteserkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkariya madî ya bi girtiyan re” hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser avahiya TUAY-DER Çukurovayê de hate girtin. Hatiye zanîn ku lêgerîna li avahî hêj berdewam e.

Navên çend kesên hatine desteserkirin wiha ne: Rêveberê Çukurova TUAY-DERê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBPî û Kadrî Ezer.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Îro di saetên sibê de leşker û polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtine. Di encama serdegirtinên li gundê Menderê yê Nisêbînê de Hevserokê HDPa Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatine desteserkirin.

Li navçeya Qoserê jî Hevserokê DBPa navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navên Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatine desteserkirin. Hatiye zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin.

Rojnameger Akyuz li Izmîrê hatiye desteserkirin

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Delal Akyuz li Îzmîrê di serdegirtina malê de hatiye desteserkirin.

Diyar bûye ku Akyuz di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hatiye destpêkirin de hatiye desteserkirin. Akyuz birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

Hunermend û Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Şêrko Kanîwar dema ji Almanya vegeriyaye li Balafirgeha Amedê hatiye desteserkirin. 

Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) dema ji Almanya vegeriya Amedê li Balafirgehê hatiye desteserkirin. Serdozgeriya Komarî ya Amedê di 25ê Nîsanê de li dijî rojnamevan, hunermend, hiqûqzan, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl lêpirsîn dabû destpêkirin. Hatiye zanîn ku Şêrko Kanîwar jî di çarçoveya vê lêpirsînê de li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin. Polîsan Şêrko Kanîwar birine Midûriyeta Polîsan a Amedê. 

Tê çaverêkirin ku ji bo îfadeyê Kanîwar îro bibin Edliyeya Amedê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin