Li Festîvala Fîlmên Bogaziçiyê ‘Traşa Dibistanê’ rastî eleqeyeke mezin hat

Li Festîvala Fîlmên Bogaziçiyê ‘Traşa Dibistanê’ rastî eleqeyeke mezin hat

.

A+A-

 Li bajarê Stenbolê heyama festîvalên fîlman û fûara pirtûkan bênavber dewam dike. 9emîn Festîvala Fîlmên Bogaziçiyê ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Tûrîzma Tirkiyê tê lidarxistin di 24ê Cotmehê de dest pê kir û wê heta 30ê Cotmehê berdewam bike. Di festîvalê de 2 fîlmên bi Tirkî yên derhênerên Kurd jî cih digrin. Fîlma derhênerê Kurd Ferit Karahan ya bi navê "Okul Traşı" yanê "Traşa Dibistanê" di festîvalê de hate nîşandan û rastê eleqeyeke mezin hat. Senarîsta fîlmê Gulistan Acet ji Rûdawê re axivî û got, "Fîlma me li Kurdistanê behsa pişaftin û pirsgirêkên zarokên Kurd dike ku tûşî sîstema perwerdeya Tirk dibin."

Di çarçoveya 9emîn Festîvala Fîlmên Bogaziçiyê de fîlma derhênerê Kurd Ferit Karahan ya bi navê "Okul Traşı" (Traşa Dibistanê) ku di çend festîvalan de hatiye xelatkirin hate nîşandan.

Fîlma ku bi Tirkî ye û tê de hin diyalogên bi Kurdî heye behsa asîmîlasyon, sîstema perwerdeya Tirkiyê û derd û azarên zarokên Kurd yên li dibistanên şevîn yanê "YİBO"yê dike.

Gulistan Acet, Senarîsta Fîlmê, dibêje, “Pêşiya her tiştî ji bo derhêner jî, ji bo min jî ya girîng ev bû ku me hinekê behsa jiyana Kurdan di bin bandora dewleta Tirk de bikira. Li nav mektebekê, li serê çiyayeke Kurdistanê jiyana zarokên Kurd çawa didome. Çi derd dikşînin, bê dê û bê bav, bê malbat. Tenê di bin însaf û wîjdana mamosteyên Tirk de dimînin."

Cansu Firinci, Lîstikvanê Fîlmê, dibêje, “Senaryo gelekî xweşê min çûbû. Her çiqas mijara fîlmê herêmî xuya bike jî, di nav fîlmê de em dibînin ku fîlm tene behsa herêm û welatek na bi giştî behsa pirsgirêkên li cîhanê dike. Ji loma jî fîlm xwedî zimanekî gerdûnî ye."

Hatice Gozde, Temaşevan, dibêje, “Min fîlmê eciband. Di fîlmê de gelek peyam hebûn. Gelekî xweş bû yanê."

Li bajarê Stenbolê 9emîn Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê di 24ê Cotmehê de dest pê kir. Festîval bi piştevaniya Wezareta Çand û Tûrîzmê û hin saziyên fermî yên Tirkiyê, ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Bogaziciyê ve tê sazkirin. Sînemahez eleqeyeke mezin nîşanî festîvalê didin. Hin sînemahez jî dixwazin ku zêdetir fîlmên bi Kurdî di festîvalan de cih bigrin.

Zuhre Konuksever, Sînemahez, dibêje, “Ji ber pandemiyê ev 2 sal in ez li malê bûm. Niha cara ewil e ez têm festîvaleke wiha.”

Hilal Ekren, Sînemahez, dibêje, “Festîvalên fîlman ji bo ku lîstikvan, derhêner, çêker û temaşevanan tîne bal hev gelekî girîng û hêja ye.”

Vedat Ece, Sînemahez, dibêje, “Fîlmên Kurdî li festîvalan kêm tên nîşan din. Festîvala Fîlman li Stenbolê yan jî li Kurdistanê tên çêkirin lê belkî ji ber ku kêm agahdarî û xeberdarî çêdibe fîlmên Kurdî zêde cih nagrin. Yan jî tene qedexekirin, hin fîlm jî nikarin xwe li hin festîvalan bidin nîşandan.”

Festîvala Fîlmên Bogaziçiyê wê heta 30ê Cotmehê berdewam bike û wê ji 100î zêdetir fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên ji Tirkiye û ji welatên cîhanê bên nişandan û fîlmên serkeftî bêne xelatkirin. Di festîvalê de 2 fîlmên bi Tirkî yên 2 derhênerên Kurd jî cih digirin.

Li gel fîlma derhêner Ferit Karahan, derhêner Aydın Orak jî bi fîlma xwe ya "Sabırsızlık Zamani" (Dema Bêsebriyê/Bêhntengiyê) di festîvalê de cih digire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin