Li Efrînê welatiyek hat revandin

Li Efrînê welatiyek hat revandin

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, doh dema welatiyê ji gundê Basûtê Xelîl Xalid fêkiyên xwe li otomobîla xwe bar kiribû û dixwest derbasî Efrînê bibe û fêkiyên xwe yên cureya Manga bifiroşe, ji aliyê çekdaran ve hate revandin.

A+A-

Wê rêxistinê da zanîn, dema Xelîl Xalid di rêbenda gundê Turindê re derbas dibû, çekdaran daxwaza 200 hezar Lîreyên Sûrî jê kirin, lê Xelîl Xalid red kir pereyan bide wan. Piştre çekdar bi otombîleke çekê Doşka lê siwarkirî ketin dû şopa wî û ew revandin.

Li Efrînê, grûpên çekdar ji bilî revandina welatiyan, dizî û talanê û destdanîna ser dar û malên Kurdan, her Kurdek dema dixwaze fêkiyên xwe û berhemên çandiyê bifiroşe, çekdar bi darê zorê daxwaza bireke mezin ji pereyan jê dikin, heger ew welatî pereyan neda wan, tê revandin eşkencedan.

Vê yekê hîştiye ku welatiyên Efrînê ji bilî ku di rewşa dagîrkeriyê de dijîn, nikarin xwediyê li dar û meyweyên xwe bikin, bi taybet ku niha werzê çinîna Zeytûnan e, grûpên çekdar dest danîne ser bi dehan hezar dar û darên Efrîniyan ji xwe diçinin.

 

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin