Li dijî vegera Esed a nav Komkara Erebî xwepêşandan birêve çûn

Li dijî vegera Esed a nav Komkara Erebî xwepêşandan birêve çûn

.

A+A-

Di dema ku duh Komkara Erebî birêve diçû, li piraniya bajarên li navçeyên di bin kontrola opozisyona Sûriyê de xwenîşandan li dijî vegera Serokê Sûriyê Beşar Esed ji bo nava Komkara Erebî birêve çûn. Herwiha li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê jî xwepêşandan li dijî beşdarbûna Esed di Komkara Erebî de birêve çûn. Xelkê li wan navçeyên opozisyonê dibêjin ku destê Esed di xwîna gelê Sûriyê de nuqum bûye û heta niha jî xelk hene di zindanan de têne îşkencekirin.

Xwepêşandana welatiyan li bajarê Ezaz ê ser bi parêzgeha Helebê li Sûriyê, ku ji aliyê grûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê ve, birêve çû.

Xwepêşansan li dijî vegera Sûriyê ye bo nav Komkara Erebî û beşdariya Beşar Esed di lûtkeya wê Komkarê de.

Beşek ji welatiyan dibêjin, destê  Beşar Esed bi xwîna xelkê Sûriyê sor e.

Xwepêşander Hemze Xoce got: “Ne girîng e çiqasî hewl bidî baweriyê bi sîstema rejîma Esed bikî, ew sîstemeke di nav xwîna gelê Sûriyê de nuqûm bûye. Heta îro jî, bi hezaran xelk li zindanan hene têne îşkencekirin.”

Roja Înê, pêşwaziyeke germ li lûtkeya salane ya Komkara Erebî li Ceddeyê ji Esed re hate kirin.

Xwepêşander dibînin, welatên endam di Komkara Erebî de, dibine hevbeşên wan tawanên ku artêşa Esed di dema çend salên bûrî de kirine.

Xwepêşander Hale Ibrahîm jî got: “Em peyamekê ji bo hemû welatên Erebî dişînin, Beşar Esed li we pîroz be, aniha hûn jî tawanbar in, û hûn tawanên xwe zêde dikin. Ev xaleke din a reş e ji bo wan xalên reş ên li ser peraweyên we ne."

Ji destpêka xwepêşandanên Sûriyê ve, ku piştre serî ji bo şerê navxweyî kêşa, bêhtir ji 500 hezar kesî hatin kuştin, û 11 milyon kes jî bûne koçber û penaber. 15 milyon û 300 hezar kes, pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî ya bilez heye. Di heman demê de, nêzîka 152 hezar kes jî windayî û zindanî ne.

Welatiyê Ezazê Îsam Xetîb jî got: “Ji malbata me gelek zindanî hene ku windayî ne û bêhtir ji 100 şehîdên me hene. Em daxwazê li gelê Erebî dikin guşarê li ser hikûmetên xwe bikin ji bo pêdaçûnê bi wê tevegera şermezarker, û guşarê li ser Beşar Esed bikin dest ji kar bikişîne û biçe dadgehê."

Li Efrînê jî xwepêşandan birêve çûn

Roja înê, di heman dema ku civîna Lûtkeya Erebî li bajarê Cede yê Erebistana Siûdî birêve diçû, ereb û Tirkmenên hawirde li bajarê Efrînê xwepêşandan li dijî beşdarbûna Beşar el-Esed di lûtkeyê de kirin.

Li gorî dîmenên ku ji Efrînê bi destê Rûdawê ketine, beşdarên xwepêşandana nerazîbûnê, li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed dirûşme avêtin û beşdarbûna wî di Lûtkeya Erebî de protesto kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin