Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê 21 kes bi koronayê mirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê 21 kes bi koronayê mirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê di heyama 24 setên dawî de 21 kes bi Koronayê ketine û 1.458 berketîyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Êvara roja pêncşemê Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê tora medyaya navîn ji ser Twitterê dawîn yên vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kir.

Herwiha li gor zanyarîyên hatine belavkirin. li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê di maweyên 24 demjimêran de 1.458 kes bi Koronayê ketine û 21 kes jî bi Koronayê mirine û 1.472 kes jî baş bûne.

Ligor amarên dawîn yên Wezareta Tendirustîyê heta niha 193.115 kes bi Koronayê ketine û 5.046 kes jî bi Koronayê mirine û 165.706 nexweşên Koronayê jî baş bûne

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin