Li Amedê daxwaz tê kirin deriyên qehwexane û çayxaneyan bên vekirin

Li Amedê daxwaz tê kirin deriyên qehwexane û çayxaneyan bên vekirin

.

A+A-

Tenê li Ameda Bakurê Kurdistanê di nava saleekê de 200 esnafên qehwexaneyan dev ji karên xwe berdane û qeydên xwe di defterên fermî de jê birine. Nêzîkî 3 hezar qehwexane, kafe û çayxane jî bi awayek girtî rewşê dişopînin. Xwediyên wan daxwaz dikin, ku hikûmet rê bide wan jî ku dest bi karê xwe bikin

Ji ber nexweşiya koronayê deriyên bi hezaran qehwexane, xwaringeh û kafe û çayxaneyan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta wextek nediyar hatine girtin. Restoran û xwaringeh dîsa dikarin bi awayê servîs karên xwe bimeşînin, lê qehwexane û kafe yekser girtî ne.

Li gor amaran tenê li amedê nêzêkî 3 hezar qehwexane hene ku ew anha bi giştî hatine girtin.Tevî xwedîyê wan cihan, bi hezaran xebatkar jî di malên xwe de rawestiyane.

Evdirrehman Kavût, Serokê Odeya Qehwexeane û Çayxaneyên Amedê ji Rûdawê re ragihand: “250 kesî li balafiran siwar dikin, 3 kes li gel hev rûdinên, bazar jî tev vekirî ne, em dixwazin êdî em jî kargehên xwe vekin parîkî nan bibin malên xwe nav zarokên xwe. Esnafên me perîşanin di rewşeke gelek xirab de ne.Yanî êdî bi milyarekî du milyarekî ev kara nameşe. Awha here emê tev îflas bikin. Dewlet bila rê bide em kargehên xwe vekin heke me venekin jî bila bêjin em ji xwe re li çareyek din binhêrin.”

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 700 hezar qehwexane hene, dîsa bi giştî di vî kertê de zêdetirî milyonek û 400  hezar kesî kar dikirin. Tirsa xwediyên çayxaneyan ew e ku pêvajoya tedbîrên pandemiyê dirêjtir bibe û ew yek bi yek top bavêjin.

Tajdîn Çîçek, xwediyê qehwexaneyekê li Amedê dibêje: “Rewş ne baş e, yanî mîtîng çêbibin bi pênsedî bi hezarî kes derin cem hevdû mesafe tiştek nayê reçavkirin, ewçax tişt nabe, ku qehwexane vebin mesele ye ne wisa!”

Mihemed Şirîn, xwediyê kafeyekê li Amedê jî wiha behsa rewşê dike: “16 milyon mehê tenê kirêya vir e. Ceyranê, gaza xwezayî ye, xerciyên wê ne yanî gelek mesref heye.Ji xwe karkerên feqîr jî naşixulin.Yanî xwedê derîkî xêrê veke.”

Suleyman Acar, xwediyekê kafeyeke din dibêje: “Min ereba xwe firot,min xanî firot, tenê min got ka hela em sebir bikin da ku xwedê çi derîkî ji me re vedike. Lê tiştek naguhere.”

Di heyama nexweşiya koronayê de hejmara çayxane û qehwexaneyên ku top avêtine û deriyên cihên karên xwe bi temamî girtine nediyar e. Lê li gorî amarên Odeya Çayxaneyan a Amedê, di nava salekê de tenê li Amedê  herî kêm 200 cihên wisa hatine girtin.

Herwiha li Rihayê 150, li Êlihê 120, li Wanê jî 100 çayxaneyan top avêtine.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin