Li Amedê Civîna “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî Ya Kurd Li Bakurê Kurdistanê”  Li Dar Ket

Li Amedê Civîna “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî Ya Kurd Li Bakurê Kurdistanê” Li Dar Ket

Civîna ku bi navê “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê”, ji alîyê PAK û PSKyê ve hatibû organîze kirin, îro(08.09.2019) li Amedê li dar ket.

A+A-

Civîna ku bi navê “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê”, ji alîyê PAK û PSKyê ve hatibû organîze kirin, îro(08.09.2019) li Amedê li dar ket.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Berdevkê PDK Bakur Hamit Kiliçaslan, û li gel nûnerên PAK, PSK, PDK Bakur  nêzîkî 50 sîyasetvanên Kurd  yên  vexwendî beşdarî civînê bûn.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê  Sait Aydoğmuş û Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dağtekin moderatorîya civînê kirin.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê  Sait Aydoğmuş bi Kurdî axaftina destpêkê  kir.

Piştî axaftina Sait Aydoğmuş, civîn ji çapemenîyê re girtî dewam kir.

Rojeva  civînê weha hatibû dîyar kirin:

‘’Ji hev belavbûna tevgera netewî-demokratîk a Bakurê Kurdistanê rastîyeke me ye. Li ser prensîbên netewî-demokaratîk serûber kirina tevgera netewî-demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke me ya esasî ye. Di derbarê vê pêwîstîyê û di derbarê  bicîh anîna rê û rêbazên vê pêwîstîyê de em dixwazin di vê civînê de bi hev re li rê û rêbazan bigerin û bîr û rayên hevdu bi hev re parve bikin. ‘’

Beşdarên civînê li ser vê rojevê bîr û rayên xwe anîn ziman. Hemû beşdarên civînê bal kişandin ser wê yekê ku, ev civîn di pêşde birina peywendîyên navxweyî yên tevgera netewî-demokratîk û ji bo xurt kirina çanda  bi hevdu re xebatê de roleke girîng  dilîze.

Piştî gengeşî û nirxandinên berfireh, beşdarên civînê ji bo berdewamîya van civînan  û herweha li ser van  xalên esasî de gihîştin fikir û rayeke hevbeş:

-Di demên pêş de divê bi hev re  karên hevbeş bê kirin.

-Ji bo di derbarê pisgirêkên tevgera netewî-demokratîk nêrîn û aqilîyeteke hevbeş bê hûnandin,  dê dîyalog û nirxandin û gengeşîyên hevbeş bêne  berdewam kirin.

-ji bo serûber kirina tevgera netewî-demokratîk dê helwesteke aktîf bê meşandin.

-Civînên li ser rojevên dîyar kirî ku ava kirina hevkarîyên mayîndeji xwe re bike armanc dê bêne organîze kirin.

Civîna “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê” bi awayekî berhemdar û di atmosfereke hêvîdar e bi dawî hat.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

 

2-050.jpg

3-044.jpg

4-032.jpg

5-034.jpg

6-023.jpg

7-024.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin