Li Amedê Civîna “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî Ya Kurd Li Bakurê Kurdistanê” Destpê Bû

Li Amedê Civîna “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî Ya Kurd Li Bakurê Kurdistanê” Destpê Bû

Civîna ku bi navê “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê”, ji alîyê PAK û PSKyê ve hatibû organîze kirin, îro(08.09.2019) li Amedê destpê bû.

A+A-

Civîna ku bi navê “Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê”, ji alîyê PAK û PSKyê ve hatibû organîze kirin, îro(08.09.2019) li Amedê destpê bû.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Berdevkê PDK Bakur Hamit Kiliçaslan, û li gel nûnerên PAK,PSK, PDK Bakur  nêzîkî 50 sîyasetvanên Kurd  yên  vexwendî beşdarî civînê bûne.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê  Sait Aydoğmuş û Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dağtekin moderatorîya civînê dikin.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê  Sait Aydoğmuş li ser navê PAK û PSKyê  bi Kurdî axaftina destpêkê  kir.

Piştî axaftina Sait Aydoğmuş, civîn ji çapemenîyê re girtî dewam kir.

Civîn nuha berdewam e û di rojekê dewam bike.

Axaftina ku  Sait Aydoğmûş li ser navê PAK û PSKyê kir ev e:

‘’ Hevalên Hêja

Nûnerên  birêz yên ragehandinê

Hûn bi xêr hatine vê civîna ku ji alîyê PAK û PSKyê ve tê organîze kirin

Berîya her tiştî em dixwazin we agahdar bikin ku, piştî vê axaftinê, civîn dê ji çapemenîyê re girtî be.

Birêzan,

Ji hev belavbûna tevgera netewî-demokratîk a Bakurê Kurdistanê rastîyeke me ye. Li ser prensîbên netewî-demokaratîk serûber kirina tevgera netewî-demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke me ya esasî ye. Di derbarê vê pêwîstîyê û di derbarê  bicîh anîna rê û rêbazên vê pêwîstîyê de em dixwazin di vê civînê de bi hev re li rê û rêbazan bigerin û bîr û rayên hevdu bi hev re parve bikin. Belê rojeva civîna me ev e.

Heger em di vê civînê de bigihêjin qeneet û fikreke hevbeş, em dikarin van civînên xwe bi awayekî perîyodîk berdewam jî bikin.

Me di vê gava xwe ya ewil de bes ew kesayetên ji bajarên Bakurê Kurdistanê vexwandin civînê. Me weke PSK û PAK , li gel nûnerên  herdu partîyên me  û li gel nûnerên PDK Bakur ê, me 60 kes ji bo vê civînê  vexwandine. Beşdarên vê civînê  ew kesayetên ku, bi awayekî çêker dixwazin bi hevdu re di meseleya Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê de  rê û rêbazan binirxînin.

Helbete ku weke her karî dikare di derbarê organîze kirin û başdarên vê civînê de hinek kêmasîyên me hebin. Lê em bawer dikin ku bi aqilekî hevbeş û çêker emê bikaribin van kêmasîyan bi hev re ji holê rakin.

Belê em di wê bawerîyê de ne ku, ev ji hev belavbûna tevgera netewî-demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê pirs û mijareke me ya hevbeş ya esasî ye. Herweha Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê jî pêwîstîyeke me ya esasî ye û ji bo me gişa jî meseleyeke girîng e.

Ji ber vê rastîya me, di derbarê vê pêwîstîyê û di derbarê  bicîh anîna rê û rêbazên vê pêwîstîyê de em dixwazin di vê civînê de bi hev re li rê û rêbazan bigerin û bîr û rayên hevdu bi hev re parve bikin.Armanca vê civîna me ev e.

Em dixwazin di vê civînê û di civînên pêş de, li ser vê pêwîstîyê bi berfirehî rawestin û bizanibin ka gelo emê bikaribin, ji xwe re rê, rêbaz û awirên bicîh anîna vê pêwîstîyê bi hevdu re bihûnin.

Civîna me dê 6-7 saetan berdewam bike. Em ji hemû beşdarên birêz tîka dikin ku, em ji çerçoweya vê rojeva dîyar kirî dernekevin da ku em bikaribin civîna xwe bi awayekî  berhemdar bimeşînin.Helbete ku heger em di vê gava ewil de, bi awayekî bi plan van genegeşîyên xwe bikin, ji bo civînên li pêş de jî karê me dê asantir bibe.

Belê, hevalên hêja, gelo  di vê civîna xwe de, emê bikaribin  li Bakurê Kurdistanê, prensîbên esasî yên  tevgera netewî-demokratîk tesbît bikin? Gelo emê bikaribin di derbarê vê pêwîstîya Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê de  bigihêjin hişmendîyeke hevbeş? Gelo emê bikaribin ji bo çareserîya van pirs û pirsgirêkên xwe bi hevdu re hinek gavan bavêjin? Belê em dixwazin di vê civîna xwe de li ser van xalan rawestin.

Em hêvî û bawer dikin ku , di vê civînê de, emê bi helwest û awayekî  çêker, bi awayekî ku bi fikir û pêşniyarîyên xwe emê ji hevdu re bibin pişt  û alîkar, emê li ser pirs û pirsgirêkên xwe rewestin.

Em hêvî û bawer dikin ku , ji bo Serûber Kirina Tevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê emê her yek ji alîyekî ve çirûskekê pêxin.

Em hêvî dikin ku ev civînên me berdewam bin da ku em ji gelê xwe re, ji doza miletê xwe re rê û rêbazên netewî, niştinmanî bi hevdu re biafirînin.

Careke din em bi xêr hatina we dikin û ji bo beşdarîya we jî bi rêzdarî  em spasîya we  dikin.

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)’’

 


whatsapp-image-2019-09-08-at-11-36-48.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-36-52.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-36-54.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-36-56.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-36-59.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-37-01.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-37-09.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-38-04.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-38-13-1.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-38-20.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-39-07.jpeg

whatsapp-image-2019-09-08-at-11-39-21-1.jpeg

 

WÊNE: RUPELA NÛ

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum