Li Almanyayê hewldana darbeyê

Li Almanyayê hewldana darbeyê

.

A+A-

Li Almanyayê 25 kes ji efserên leşkerî û siyasî bi tohemta hewldan bo pêkanîna darbeyê û avakirina dewletekê li gor Împeratoriya Alman a 1871an, hatin desteserkirin.

Îro li seranserê Almanyayê operasyon hat lidarxistin û 25 kes hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Almanyayê, îro li 11 eyaletên wî welatî biryara desteserkirina 52 kesan bi tohmeta ku endam û alîgirên rêxistineke terorê ne, hatiye dan. Ji wan kesan 25 kes di operasyona hêzên polîs de hatine desteserkirin.

Serdozgeriya Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Polîsên Federalî di operasyoneke mezin de avêtin ser gelek cihên koma bi navê Reichsbürger (Welatiyên Reich) û 25 kes ji endamên wê desteser kirine.”  

Di daxuyaniyê de tê gotin, kesên ku hatine desteserkirin plan dikirin ku bi rêya komeke çekdar bi ser parlamentoya Almanyayê (Bundestag) de bigirin.

Di nav wan kesan de leşkerên berê jî hene. Herwiha hatiye ragihandin, ji 2an 25 kesan, du kes niştecihê Nemsa û Îtalyayê ne.

Serdzgeriya Almanyayê, gumanbaran bi “avakirina rêxistineke terorîstî bi armanca ji holê rakirina pergala makezagonî ya Komara Federal a Almanyayê û avakirina dewletê li gor Împeratoriya Almanyayê ya 1871’an”, sûcdar dike.

Tê gotin ku di nav kesên desteserkirî de endamên tevgera tundrew a Reichsbürger (Welatiyên Reich) jî hene ku ji ber êrîşên tund û teoriyên komploya nijadperest ev demeke dirêj e di bin çavdêrî û şopandina polîsên Almanyayê de ye.

Herwiha ew grûp red dike ku dewleta modern a Almanyayê nas bike.

Tevgera tundrew a Reichsbürger grûpeke rastgir e li Almanyayê ku dewleta federal a Almanyayê ku ji bo vegerandina desthilata Reich li Almanyayê dixebite ku di navbera salên 1871an heta dawiya sala 1918an de li ser desthilatê bû.

Li gor medyaya Almanyayê, di operasyonên îro de zêdetirî 3000 polîs beşdar bûne û bi ser zêdetir ji 130 cihên wê rêxistinê de girtine.

Li gor zanyariyan, wê grûpê di Mijdara îsal de hejmarek ji endamên xwe çekdar kirine û planek amade kiriye ji bo êrîşkirina ser saziyên hikûmetê, daku hikûmetê birûxîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin