Li Agiriyê 9 HDPî Hatin Girtin

Li Agiriyê 9 HDPî Hatin Girtin

Li navçeya Patnosê ser bi bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, ji 10 HDPyiyên ku 6ê Îlonê hatibûn ‎desteserkirin, 9 hatin girtin.‎

A+A-

Li navçeya Patnosê ser bi bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê, ji 10 HDPyiyên ku 6ê Îlonê hatibûn desteserkirin, 9 hatin girtin.

Li qezaya Patnosê ya Agirî, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve tê kirin, 6ê Îlonê polîsan bi ser çend navnîşanan de girtibûn û serokê berê yê Rêxistina HDPê ya Patnosê Seyit Battalcan, Mugdat Koçak, Ozan Kaya, Emrah Kaya, Nihat Keleş, Ozcan Koçak, Şabettin Oguz, Izzet Dursun û 2 kesên din ku navê wan nayê zanîn hatibûn desteserkirin.

Piştî li Asayîşa Patnosê îfadeya wan hat wergirtin, hatin dadgehkirin. Dozgeriyê di çarçoveya dosyeya ku ‎‎2014ê bi tohmeta “endambûna rêxistinê” derbarê wan de hatiye amadekirin, daxwaza girtina her 10 kesan kir û dosyeya wan şand Dadweriya Cezayê Sulhê. 

Li Dadweriyê îfadeya her 10 kesan hat wergirtin û ji wan Seyit Battalcan, Mugdat Koçak, Ozan Kaya, Emrah Kaya, Nihat Kelelş, Ozcan Koçak, Izzet Dursun û 2 kesên navê wan nayê zanîn hatin girtin.

Her 9 kesên girtî bo Girtîgeha Patnosê hatin şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin