Leşkerê hatîye tehdît kirin mirî hatîye ditin

Leşkerê hatîye tehdît kirin mirî hatîye ditin

Leşkerê bi navê Osman Ozçalimli li Girtigeha Girtî ya Izmir Aliagayê pêr ji malbata xwe tek-lefon kiribû ku tehdît lê tê kirin vê serê sibê mirî hatîye ditîn.

A+A-

Li gorî agahîyan Osman Ozçalimlîyê ji navçeya Têkora (Dîgor) girêdayê Qersê ya Bakurê Kurdistanê pêr ji bavê xwe Ehmed Ozçalimli re telefon kiribû ku wî tehdît dikin, vê sibê saet di 05:00an de mirî hatîye ditîn.

Li ser vê yekê Qeymeqamê Têkorê, Gerînendeyê Ewlehîya Navçeyê û Serfermandarê Cendirmeya Navçeyê çûne ba Ehmed Ozçalimli û jê re gotine ku lawê te qirîza dil derbas kirîye û mirîye. Li ser vê gotinê bav Ozçalimli û yên derdora wî bertek nîşanî vê yekê dane û Ozçalimli gotîye lawê min ji min re telefon kirîye û gotîye min tehdît dikin.

Bav Ehmed Ozçalimli wiha got: “Kurê min ji min re got “Bavo min tehdît dikin û ji min re dibêjin xayîn. Ji min re dav û deqan deynin.” Min jî girtîgeh gerîya, çawuşekî pispor yê bi navê Ebdullah ji min re got “Hûn meraq nekin.” Serê sibê xebera mirina lawê min dan. Me dixwest ka bi çi lawê min hatîye bizanibim. Em çûn ba qeymeqamî. Qeymeqam ji me re got “Lawê te dibe ku qirîza dil derbas kiribe, dibe jî bi awayekî din hatibe kuştin.” Yarbayekî jî ji me re got “Nivîngeha ku lawê lê dima di qata sêyemin de ye û serê sibê lawê te mirî hatîye dîtin. Dibe ku ji wir ketibe, serê xwe li cîyekî xistibe.” Xizmên me yên Alîagayê çûn morga Sazîya Tipa Edlî. Ji wan re jî gotine “ji qata aêyemîn ketîye.” Qeymeqam hat gund û got “Me jiber nexweşî dernekeve ji we re got qirîza dil derbas kirîye.” Piştî xebera mirina lawê xwe min dîsa çawuşê pispor Ebdullah gerîya û lawê xwe pirsî. Wî ji min re got “lawê te xeriqîye û ew rakirine nexweşxaneyê.” Lê kîjan rakirine kîjan nexweşxaneyê nizanim got.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin