Kurdek li Danîmarkayê bû cîgirî partiyekê

Kurdek li Danîmarkayê bû cîgirî partiyekê

Kurdekî ê bi navê Serdal Benlî weke Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Gelê Danîmarkayê hate hilbijartin.

A+A-

Kurdekî ê bi navê Serdal Benlî weke Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Gelê Danîmarkayê hate hilbijartin.

Serdan Benlî ragihand: “Ji sala 2003an ve di nava refên Partiya Sosyalîst de kar dikim, ji 2005 ve heya 2009an endamê Encûmena Herêmî bûm li Danmarkê, îro jî hilbijartina min weke Cîgirê Serokê Partiyê, ez kêfxweş kirim.”
Ji bilî berpirsatiyên nav partiya sosyalîst de, Serdal Benlî ji sala 2009an ve heya niha Endamê Şaredariya Glas Askoyê bûye. Benlî destnîşan kir: “Di nava Partiya Sosyalîst Demokrata Gelê Danmarkê de Helîme Oguz ku kurdeka Bakur e, bûye endama parlamentoyê û çend Kurdên din ên endamê Sosyalîst, endametî û berpirsatiyên cuda di nava partiyê û şaredariyên navçeyan de hene”
Serdal Benlî di sala 1979an de li Enqere ya paytexta Tirkiyê ji dayik bûye.

 Serdan Benlî ji sala 1988an ve li Danmarkê dijî û ji sala 2003an ve di nav refên Partiya Sosyalîsta Gelê Danmarkê de dest bi çalakiyên xwe yên siyasî kiriye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin