Koronayê li Zrîngê jî da!

Koronayê li Zrîngê jî da!

Kovara Zrîng ku mehane derdikeve biryar da ku meha pêşîya me dernekeve

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Kovara Zrîng ku mehane derdikeve biryar da ku meha pêşîya me dernekeve. Kovarê li ser vê yekê wisa gotîye: "Me hejmara vê mehê ya kovara xwe taloq kir. Ji bo em gelê xwe ji vê şewba vîrusa coronayê biparêzin, em mecbûr man biryareke bi vî rengî bigirin. Me dikaribû kovara xwe li malê amade bike, lê rê û rêbaza me ya belavkirinê kir ku em biryareke bi vî rengî bigirin. Çimkî em kovara xwe ne bi bayîyan, dest bi dest teslîmî we dikin an jî datînin mekanan û bi vî hawî digihînin we. Piştî vê bela û kambaxa vîrusa coronayê heger me heman rêbaz bidomanda, me yê hem tenduristî û siheta hevalên xwe yê belavkar hem jî ya xwendevanên hêja têxista talûkê. Lê em fikirîn ku heqekî me yê wiha tuneye."

 

Kovarê gotîye ligel vê jî dê betal nesekinin hem hewl bidin naveroka kovarê xurt bikin, hem li ser rêbazên nû hûr bibin.

Ew armanc dikin meseleya abonetî jî pêş bixin û di demên pêş de wisa belav bikin.

 

Kovarê bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyama xwe ligel vê xêzê belav kirîye. Em wê xêzê jî pêşkêşî we dikin.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin