“Korîdora Aştiyê” bi tank û tifingan nabe

“Korîdora Aştiyê” bi tank û tifingan nabe

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî da xuyakirin, “Korîdora Aştiyê” bi tank û tifingan nabe, bi lihevhatina bi Kurdan re dibe.

A+A-

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî da xuyakirin, “Korîdora Aştiyê” bi tank û tifingan nabe, bi lihevhatina bi Kurdan re dibe.

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derbarê biryara Encûmena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê de da xuyakirin, di civînê de biryar dane ku korîdorekê aştiyê dirust bikin. Lê korîdora aştiyê bi tank û top û tifangan, bi firoke û çekên curbicur nabe. Divê destpêkê bi Kurdan re aştiyê çê bikin ku korîdora aştiyê dirust bibe.

Da zanîn, desthilat niha neyartiya Kurdan dike, li hundir û derve li hember Kurdan şer dike û zimanê şer bikar tîne. Bi vê aştî naye. Eger aştiyê dixwazin divê demildest lihev werin. Heta ji vê têgihiştina şerxwazî rizgar nebin, welatekî demokratîk ava nabe.

Temelî got, navê operasyona Efrînê kirin “Şaxê Zeytûnê” lê li wê derê zeytûn dizîn, 250 hezar welatiyên Kurd koçber kirin. Eger ew çareseriyê dixwazin divê Efrînî bikarin vegerin axa xwe. Bi operasyonên pençe û yên din aştî pêk nayê.

Duhî Encûmena Ewlekarîya Netewî ya Tirkiyê civiyabû di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi biryar in “Korîdora Aştiyê” li ser sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dirust bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin