Koçberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Sûriyê hatin azadkirin

Koçberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Sûriyê hatin azadkirin

.

A+A-

Wezareta derve ya Îranê ragehand, ew welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin, hatine berdan û dê vegerin nav malbatên xwe.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade ragehand, ew 9 welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku havîna sala 2021 ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibûn girtin û teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin, bi hevkarî û hemahengiya navbera Tirkiye, Îran û Sûriyê hatine berdan û derbasî Tirkiyê bûne.

Xetîbzade daye zanîn jî, ew welatiyên kurd dê îro (1 Çile) ji sînorê Kapikoy (Wan) û Razî (Xoy) re derbasî Îranê bibin û vegerin nav malbatên xwe.

8 kes ji wan welatiyên kurd xelkê bajarokê Pawe ne û yek jî xelkê Serdeştê ye.

Ew welatiyên Rojhilatî dema dixwastin ji Tirkiyê re derbasî Ewropa bibin û daxwaza mafê penaberiyê bikin, li Tirkiyê hatin girtin û ji bo ku teslîmî Îranê neyên kirin, xwe wek welatiyên Sûrî dabûn nasandin, ji ber wê jî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin. Ew zêdetirî 4 mehan li bajarokê Ezazê di destê çekdarên Sûrî de girtî bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin