Kiliçdaroglu: Eger tifaq qebûl bike ez dê bibim berbijêrê Serokkomariyê

Kiliçdaroglu: Eger tifaq qebûl bike ez dê bibim berbijêrê Serokkomariyê

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, eger tifaq qebûl bike ti pirsgirêk nîne ku ew bibe berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê û got: “Eger tifaq qebûl bike ez dê bi şanazî bibim berbijêrê Serokkomariyê.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê 14ê Kanûna 2021ê beşdarî bernameyeke televizyonî ya medyaya Tirkiyê bû û li ser rewşa aboriya Tirkiyê, pêşhatên dawî ên li wî welatî û berbijêriya xwe bo posta Serokkomariya Tirkiyê  axivî.

Kiliçdaroglu tekez kir ku eger Tifaqa Milet qebûl bike, ti pirsgirêk nîne ku ew  bibe berbijêrê Serokkomariyê û got: “Em qet ligel serokên tifaqê li ser vê mijarê ne axavîne. Eger tifaq qebûl ez dê bi şanazî bibim berbijêrê Serokkomariyê. Divê em bên ba hev û  biryarê bidin. Em demokrasiyê diparêzin li aliyê din sîstemeke otorîter heye.”

Serokê CHPê amaje bi wê yekê jî da ku tecrûbeya Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ya wezîrtiyê heye û ew li postê Serokweziriyê tê û got: “Komkirina desthilatê li cem kesekê ne rast e. Dema em li malê ligel hevjîna xwe, zarokên xwe biryarekê distînin em diaxivin. Me dewleteke mezin radestî kesekê kir. Di bingeha xwe de krîzeke me ya sereke û berfireh heye.” 

Piştî ku di çend mehên dawî de nirxê lîreyê Tirkî bi awayekî tund li beramber diravên biyanî daket û zêdeyî ji sedî 40 nirxê xwe ji dest da,  aboriya Tirkiyê ber bi xirabbûnê ve diçe. Opozîsyon dibêje desthilata heyî nikare welat birêve bibe. Ji ber vê yekê jî nîqaşên li ser hilbijartina pêşwext û berbijêrên serokomariyê li Tirkiyê zêde bûne. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin