Karkerê rastê îşkenceya polîsan hatî behsa bûyerê kir

Karkerê rastê îşkenceya polîsan hatî behsa bûyerê kir

.

A+A-

Karkerê Kurd Îdrîs Akpinar ê li Stenbolî rastê îşkenceya polîsan hatî derbarê miameleya polîsan de got: “Din av otomobîla polîsan de li me dixistin. Dema ji bo miayeneyê em dibirin nexweşxaneyê polis ji me re gotin; ‘niha em diçin eger hûn rapora derbê bigrin hûn dê bibînin’. Gotin, hûn dê bistînin, me jî got na.”

Karkerên Kurd yên bi navê; Kadir Gulşen, Bariş Gulşen, Seyithan Gulşen, Îdris Akpinar û Cahit Kurt roja 21ê Gulanê ji bo bêhnvedanê çûbûn  parka Modayê ya li navçeya Kadikoy a Stenolê. Dema ew li parkê li ber muzîka Kurdî govendê digerînin çend polîs diçin midexaleya wan dike û dest bi ser hoparloya wan de digere û di wê navberê de rageşî di navbera ciwan û polîsan de derdikeve.

Piştre ciwanên Kurd bi îşkenceya polîsan tên desteser kirin, ji pişt ve tên kelemçekirin û polis sirûda mehterê bi wan dide guhdarkirin.

Ji ciwanên navborî 4 li dadgeha Anadoluyê ya Kartalê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û ji bo yekî jî biryara cezayê malê hate dayîn.

Yek ji wan ciwananên Kurd Îdris Akpinar ji Rûdawê re behsa kêliya bûyerê û îşkenceya polîsan kir.

Îdris Akpinar wiha behsa bûyerê kir: “Ez di saet pêncan de çûm Kadikoyê. Ez bi tenê bûm, tu hevalên min bi min re tune bûn. Min tiştek xwar, saet heşt bû vêca ez diçûm malê. Min dît ku otomobîla polîsan hatin. Diçûn cem ciwanan û gotin hûn li vir çi dikin? Wan jî got ku ji xwe re dileyîzin. Di hoparloyê de muzîka Kurdî lêdixist. Dema ku polîs hatin, muzîkê qut kirin. Polîsan govenda wan asteng kir û dest danîn ser hoparlora wan.

‘Em dikarin we jî bibin’

Yek ji wan ciwanan ji polîsan re got, 'Me tiştek nekir, hûn çima muzîka me digirin? Polîsan got, 'Em dikarin we jî bigirin. Ciwanekî pirsî `Çima hûn me digirin? Me tiştek nekiriye`

Polîsan du ciwan birik xistin nav otomobîla xwe de. Ez hinekî dûr bûm. Dema min dît ku li wan dixin, ez çûm û min got: 'Çima hûn wisa dikin? Min got, 'Tiştê ku hûn dikin ne baş e, nekin'. Piştre polîsek çeka xwe derxist û bi hewayê gule berdan û gaza îsotê berdan. Dema ku min fêm kir ku dê tiştekê xirabtir bibe, min videoyek kişand.

‘Hûn çima li zarokan dixin?’

Polîsan ji min pirsî, 'Tu videoyê dikişînî?' Min jî got erê. Gotin 'were vir', ez neçûm. Min fikir kir ku eger ez biçim ew dê videoya min jê bibin. Piştre polîs hatin cem min. Ez girtim û gotin 'tu çima vîdeoyê digirî?' Min got, 'Hûn li zarokan dixin, çima hûn li zarokan dixin?' Tiştek nekirin.

‘2 polîsan di otomobîlê de li min xistin’

Ez tenê çûbûm û min ew nas nedikirin. Polîsan ji min re gotin `em li wan dixin?`. Min got `belê hûn li wan dixin.` Wan ez birim xistim nav otomobîlê û li min xistin. Di nav otomobîlê de wiha li min kirin.  Li rû û pişta min xistin. 2 polîsan di otomobîlê de li min xistin.

Ma me çi kiribû? Min jî fêm nekir’

Min fêm nekir çima marşa mehtere bi me dan guhdarîkirin. Ji me re terorîst digotin. Me çi kiribû ka, min jî fêm nekir! Di nav otomobîla polîsan de li me dixistin. Dijûn didan me. Dema me tiştek ji wan bipirsiya zêdetir li me dixistin. Ji ber vê yekê min ti pirs ji wan nedikir. Yekî got `çima hûn wiha dikin em parêzer dixwazin.` Jê re gotin `tu parêzer dixwazî` û piştre zêdetir li wî xistin.

‘Eger hûn rapora derbê bigrin hûn dê bibînin’

Dema ji bo miayeneyê em birin nexweşxaneyê polis ji me re gotin; `niha em diçin eger hûn rapora derbê bigrin hûn dê bibînin.` Gotin, hûn dê bistînin, me jî got na. Gotin temam biçin.

Doktor jinek bû. Wê pirsî `li we xistin?` Wan jî 'na, li me nexistin'. Piştre got `çawa li we nexistine, çavên we hişîn û reş kirine?` Me dîsa got 'li me nexistin'. Wê jî got 'baş e hûn dizanin. Tiştekî ku ez bikim tune.` Em siwar bûn, dîsa li me xistin.

Ji bo car din îşkence û miameleya xirab li kesên din nekin ez dê gilîdar bim.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin