Kamîran Haco: Gera Nivîsandina Destûrê vê care cudatir destpê kir

Kamîran Haco: Gera Nivîsandina Destûrê vê care cudatir destpê kir

.

A+A-

 Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Kamîran Haco got: “Em dixwazin navekî din ji Sûriyê deynin Erebî têde tune be da ku hemû pêkhate xwe tê de bibînin. Kamîran Haco herwiha got ku danûstaninên wan bi gaveke cûdatir ji yên pêştir destpê kir.

Biserpereştiya Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pederson îro 6emîn gera Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê li Ceneva Swîsreyê destpê kir. 

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen, endamên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê, li ser yek maseyê li hember hev rûniştin. Yekemîn car e ku herdu hevserokê Komîteya Nivîsandina Destûrê Sûriyê rû bi rû li ser maseyekê civiya.

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Kamîran Haco beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî hevdîtinên şandan zanyariyên nû dan.

Derbarê civînê de Kamîran Haco ku ji bo hevdîtinan li Cenevê ye, got: “Îro bi rastî danûstaninên me bi gaveke cûdatur ji danûstandinên pêştir destpê kir. Di danûstaninên me yên berê de her aliyeke tiştek digot bêyî ku bikevin nav proseya nivîsandina destûrê. Me herdu aliyan li hev kir ku em li ser prensîban danûstandinan bikin. Em dikarin bibêjin îro proseya nivîsandina destûrê destpê kiriye. Îro şanda rejîmî bi cidî hatibû.”

Kamîran Haco diyar kir ku proseya nivîsandina destûrê zehmet e û got: “Me xwestibû ku ji bo nivîsandina destûrê dem were dayîn, lê heta niha aliyê rejîmê xwe nedaya li ber vê yekê. Lê wek min gotî em dikarin bibêjin proseyê destpê kir. Wan behsa prensiban kirin û me jî li ser rexneyên xwe kirin. Sibê jî em dê behsa prensibên xwe bikin, vê carê jî ew dê rexneyên xwe bikin. Lê heta niha jî me li ser mekanîzmayeke li hev nekiriye ka em dê çawa van nêzîkî hev bikin.”

Haco da zanîn ku Pedersen vê care bi hostayî nêzîkî pirsê bûye û wî ne zêde gotinên erênî û ne jî gotinên zêde neyînî gotine û wiha pê de çû: “Pedersen got ku gavên baş têne avêtin û ew hêvî dike rewş baştir bibe. Em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de Pedersen ne reşbîn û ne jî geşbîn e. Ew jî dixwazê encamê bibîne.”

Derbarê planan de jî got: “Ji aliyê rejîmê du prensîbên destûrê were pêşkeşkirin. Îro behsa prensibên serweriya dewletê kirin û paşê jî behsa prensîbên terorê bikin. Em jî dê behsa prensibên artêşê û destûrê bikin. Paşê serweriya qanûnê heye. Civaka sivîl jî dê hinek pêşniyarên xwe hebe. Ev ger bi vî rengê be.”

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Kamîran Haco herwiha eşkere kir ku wî di civîna îro de nerazîbûn li ser navê Sûriyê nîşan da û got: “Em dixwazin navekî din ji Sûriyê deynin Erebî têde tune be da ku hemû pêkhate xwe tê de bibînin. Ev daxwaza me ye lê me nizanin ka dê pêk were yan na. Beşek ji opozisyona Sûriyê dixwaze navê wê Komara Sûriyê be, lê me hemû yekalî nebûne beşek jî dibêje bila Komara Erebî ya Sûriyê be.”

Gotûbêjên Cenevê, bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, berevajî gotûbêjên salên berê, kêmtir balê didine agirbesta şer û aliyên mirovî, lê bala bêhtir li ser nivîsîna destûra Sûriyê ye.

Bi gotina şandiyê Neteweyên Yekbûyî, amadekirina destûreke nû, ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike, dawiyê bi wê xwînrijiyê jî tîne, ku ji demekê ve, hêwirbûnek dîtiye, lê ranewestiyaye.

Heriwha Geir Pedersen dibêje “Rewşeke mirovî û abûrî ya gelekî nesaz, dirust bûye. Bêhtir ji 13 milyon kesên Sûrî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Nêzîkî 90% ji xelkê, li jêr hêla hejariyê dijîn, di axaftina min a dawî de, min ji Encûmena Asayişê re ragihand, aniha dema destxistina nav destên hev e, û dema destpêkirina wê proseyê ye, ew jî, ji berjewendiya xelkê Sûriyê û ji bo pêşvebirina wê proseyê ye.”

Komîteya 45 kesî ya Desûtra Sûriyê, Îro (18.10.2021) bi navbeynkariya Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen li bajarê Ceneva Swîsreyê civiya.

Komîteya Destûra Sûriyê, sala 2019an hate pêkanîn, heta niha 5 caran civiyaye, civîna dawî, Çileya îsal bû, lê nakokiyên gelek ku li Sûriyê hene, wiha kiriye ku karên vê komîteyê jî, bi sistî birêve herin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin