Kalin: Erdogan û Putin wê bicivin

Kalin: Erdogan û Putin wê bicivin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, aşkere kir ku Erdogan dê derbarê rewşa Idlibê û Sûriyê de li gel Putin û Trump hevîtinan pêk bîne

A+A-

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, aşkere kir ku Erdogan dê derbarê rewşa Idlibê û Sûriyê de li gel Putin û Trump hevîtinan pêk bîne û li ser danîna qeyûman bo şaredariyên bajarên Bakûrê Kurdistanê jî got, “Di çarçova yasayan de gav hatine avêtin."


 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, piştî civîna Encûmena Asayîşa wî welatî, derbarê operasyonên li hemberî PKKê, geşedanên li Idlibê, avakirina navçeyeke aram li Rojavayê Kurdistanê û danîna qeyûman li şaredariyên bajarên Bakûrê Kurdistanê de axivî.


 

Îbrahîm Kalin li ser rewşa rewşa Idlibê pêşveçûna artêşa Sûriyê li wê deverê jî diyar kir ku wan derbarê êrişa li ser rêya bo 9mîn xala çavdêriyê ya Tirkiyê û êrişên li wê deverê bertekên xwe ji Rûsyayê re ragihandine û aşkere kir ku di rojên pêş de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn dê peywendiyeke telefonî pêk bînin. Kalin herwiha got, “Li ser wan deverên ku 12 xalên çavdêriyê yên me hene, rêkeftin çêbûbû. Divê pabendî bi vê rêkeftinê hebe.”


 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê got ku jibilî Putîn, Erdogan dê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump jî derbarê rewşa Sûriyê û Idlibê de hevdîtineke telefonî pêk bîne. Kalin diyar kir, “Taybetî jî derbarê ‘Navçeya Aram’ li Sûriyê gelek mijar hene ku bên gotûbêjkirin. Şandeke Amerîkay di mehên pêşiya me de dê bê Tirkiyê bo gotûbêjkirina van mijaran.” Kalin herwiha got dibe Erdogan û Putin li di civîna Netewên Yekgirtî (NY) ya li New Yorkê ku dê dawiya meha Îlonê pêk bê hevdu bibînin û ragihand ku ew bi hêvî ne ku serdana Trump a bo Tirkiyê di demeke nêzîk de çêbibe.


 

Kalin derbarê avakirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê got, “Ji bo pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li gel Amerîkayê, gavek hatiye avêtin. Derbarê prose û naveroka vê de hevîdîtin berdewam dikin. Em rûdanên di bicihkirina nexşerêya bo Minbicê de qebûl nakin.”


 

Pêr, 19ê Tebaxê, bo şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê bi tohmeta ‘alîkariya terorê’ ji kar hatibûn dûrxistin û li cihê wan qeyûm hatibûn danîn. Berdevkê Serokomariya Tirkiyê li ser vê mijarê got, “Li hemberî ew ên di bin navên cuda de endamên rêxistina terorê girtine bo şaredariyê, di çarçova yasayan de gav hatine avêtin. Ji bo parastina namûsa hilbijartinan û bicihbûna dengê welatiyan di çarçova rêbazên demokratîk de, wergirtina van tedbîran jêveneger e. Wezareta Navxwe van biryaran bi awayekî keyfî wernagire. Hilbijartin ti kesî bêtawan nake.”


 

Îbrahîm Kalin li ser egera danîna qeyûman li bajarên weke Stenbol û Engerê jî got, “Derbarê ti şaredarên ku neketin bin nav çalakiyeke rêxistina terorê û alîkarî neda bin, ev nayê kirin. Li Stenbolê û Enqerê jî mijareke tişteke bi vî rengî nîne û ji ber hindê rewşeke wiha jî nîne.” Kalin got ku derbarê mijara danîna qeyûman de, di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî de ti hevdîtin pêk nehatine.


 

Îbrahîm Kalin derbarê got ku operasyonên wan ên li hemberî PKKê jî dê berdewam bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin