Veysi Aydin

Veysi Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Jinên qehreman ên Kela Dim Dim

A+A-

kela-dimdim.jpg

Di serdema Şah Îsmaîlê Farsistanê[1] li eyaleta Meraxa xanekî fêlbaz ê Faris hebû. Navê wî Asker bû. Li tixubekî Hekkarî[2] çiyayekî berdîn (kevirî) yê mirov nekarî hilkişe serç hebû. Ew wek Dim Dim dihat binavkirin. Mîrê wê derê Xan Evdal[3] bû. Ev Xan, xanekî ciwan û lihevhatî bû. Ji ber vê navê wî danîbûn Xanê Çepelzêrîn.[4] Ango Mîrê destzêrîn.

Ew xanê fêlbaz yê Faris bi navê Asker xwedî dilreşiyekî mezin bû li dijî Dim Dim û niştecîyên wê. Herdu hêl riqê hevdu bûn. Hevdu dişêlandin û ji hev mirov dikuştin. Asker Xan li dora Meraxa artêşek 11.000  şervanên suwarî û piyade da ser hev. Top bi xwe re girtî, artêş li hev danî û rûyê xwe da ber bi Kela Dim Dim bo şer dijî Xan Evdal bimeşîne. Dora kelê ji her çar aliyan dorpêç kir.  Kesek nikaribû biçe nav kelê an ki nav kelê biçe der. Pîr û ciwan hew 700 peya di nav kelêde hebûn, yên kanîbûna çek hilgirin u dijî êrişkaran berxwe bidin.

Her roj Xan Evdal di bin serokatiya xwe de bi sed şervanan êriş dibir ser leşkerên Asker. Di van êrişan de hinek peyayên xwe jî winda dikir. Bi vî şiklî roj bi roj li dijî Farisan şer dikir.

Xan Evdal nûçeyek li ser dorpêçkirinê şand paşayê Wanê u daxwaza alîkariyê kir. Roj bi roj leşkerên Xan Asker zêde lê yên Kela Dim Dim kêm dibûn. Ji ber top û gulleyên bê navber sê meh her berdewam bûn, şervanên kelê daket hejmara heftê (70). Di destê berxwederan de kêm xurek u çek mabûn. Gelek malbat ji birçiyan mirin. Doroêkirîyan êdî nikanîbun bi dirêjî li dijî dijmin şer bikin. Piştî ku hemu hêvî tefiyabû, Xan Evdal rojekê civînek berxwederên kelê saz kir:

"Ka, em çi bikin? Ne Osmanî, ne Hekkarî, ne dilsozên Îslamê heta niha piştgiriya me kirin, ti alîkarî neşandin. Piraniya ew heftsed kesên me şehîd ketin. Îro em hew heftê kes mane. Xurek u çekên me kêm in. Malbatên me ji birçîbûnê dimirin. Divêt çi were kirin? Gelo em xwe radest bikin yan şerekî man û neman bimeşînin?" 

Her kesekî di vê şêwrê de dengê xwe da. Gewher Xanim, diya Xan Evdal, kî ew jî amade bû, bi dengbilind got:

“Nabe em daxwaza merhametê bikin u xwe radest bikin (teslîm bibin). Ev li me nayê. Kî kare nawerî bi peyva van qizilbaşan bike, zön qet li ser soya xwe ranawestin? Her çiqas peyman jî destnîşan bikin, wê demek bi şunda bidirrînin û îxanetê li me bikin. Me sê mehan bi mêrxasî şer kir. Di vê demêde me gelek hejarî u neheqî dît. Me gelek kuştî da. Her şev qîrîna wan di guhên me de ye. Werin em di nava xwe de peymanekê deynin. Em ê di doza xwe de bi ser kevin! Zilam bila dergehan vekin u êrîş bibin ser dijmin. Em pîrek/jin ên hinek xwedî hêz in, dest bavêjin çekan u li kêleka we şer bikin. Keç u bûk, yên nikanin beşdarî şer bibin, bila jahr amade bikin. Heke we hemû can ji dest da, bila wê jahrê vexwin, ku nekevin destên kafiran. Yek ji wan (keç u bûkan) jî dê hemû baruta mayî bikin londer/komik. Ew dem ku dijmin di nava kelê de tijî bûn, wê agir bavêje ser londera barutê. Bi vî awayî em hemû dê biteqin. Lê kafir u fêlbaz jî dê bimirin.”

Hemûyan  pêşnîyara Gewher Xanim pejirand û dest bi amadekariyan kirin. Hemû dilxwazê qurbanîdanê bûn u xwe amadeyî mirinê dikirin. Nîvrojek roja heynî Evdal Xan, ew heftê peyan u bîst û heft jinan dergehên kelê vekirin. Piştî ji hev helalî xwestin, bi êrişekê ajotin ser dijmin. Biçûk u mezin, pîr u ciwan, jin u mêr ji cihên xwe pekiyan. Hemû keç u bukên nûzewicî jahr girtin ba xwe. Derketin ser bircan bo temaşekirina şervanan. Hevjîna Evdal Xan, Asîme Xanim jî hemû barut berhev kir û di ber dergeheke kelê de da ser hev. Piştre ew jî derket ser bircekê bo temaşekirina pêvajoya şer. Dema ku Xan Evdal bi peyayên xwe ji kelehê derketin, qizilbaşan bawer dikir, ku ew direvin. Van kafiran şurên xwe kişandin û dan pê wan.

Xan Evdal û destbirakên wî di bin kelehê de şerekî wêrekî û qehremanî dikirin. Kulmeke qehremanên kela Dim Dim şerekî li dijî pirhejmareke kafir dimeşandin. Jin u keçên ciwan bi gumguma dil temaşeyî rûdawên jêr dikirin. Dua dikirin, digiriyan u diqîriyan. Qîreqîra zarokan digihişt ezmanan.

Şervan heta şehîdketina zilamê dawiye  şer kirin. Kuştiyên qizilbaşan du qat, belê sê qat ji ya wan zêdetir bû. Dem Evdal Xan û peyayên û jinên şervan hemû şehîd ketin, kafiran ajotin nav kelheyê. Nava kelheyê tijî bû bi kafiran. Keçên ciwan û jinan jahr vexwarin. Asime Xanim agir avêt ser komika barutê. Hemu Farisên li wê nêzîke bûn û her wiha jin u zarokên kela Dim Dim tevî kelehê teqiyan û pengizîn bi hewayê ve. Gelek kêm kesan kanîbun xwe rizgar bikin. Farisan jin û zarokên ji vê felaketê azad bûn wek kole bi xwe re birin. Nişteciyên kelhê yên pîr jî dan ber şûran û kuştin. Farisan her tişt, yên ji kelehê mabûn xirab kirin û hilweşandin. Jimara kuştiyên kafiran bê hesab bû. Ji wê dema vir de kela Dim Dim hilweşyayî u bêxwedî maye. Ev berxwedana qehreman li hemû Kurdistanê bi navûdeng e. Melayê Batê li ser vê berxwedanê helbestek nivîsandiye.[5] Kurd vêya di civîn u şevbêrkên xwe de dixwînin û distrên. Gelek kes digrîn û bo şehîden Dim Dim duayan dixwînin.

 

Veysî Aydin

 

*) Werger ji : “ Geschichte der deutschen Literatur“ Band 2, Literatur des Auslandes“

                               Adolf Wolff, Berlin 1873

                               Jêderê vê pirtukê A. Jaba ye, lê nivîskar sernivîsek cuda ji çîrokê re danîye. Min jî heman sernivîs

                                balkêş dît u bikar anî.

 

 

[1]     Berxwedana Kela Dim Dim di serdema Şah Abbasê Sefewîde bu. Di çîrokên u stranên hin deveranda weke  rudaweke di serdema Şah Îsmaîl  tê vegotin.

[2]     Kela Dim Dim li tixubê Wurmê (Urmîye ) bu.

[3]     Navê Xanê Dim Dim Xanê Lepzêrîn bu.

[4]     Di şerrekîde destekî wî hatibu birrîn. Ew dest bi zêr hatibu nixumandin. Ji ber vê navê wî kiribin Xanê Lepzêrîn an Xanê Çepelzêrîn.

[5]     Melayê Batê (1417-1491) gelek sal berî buyerê jîyaye. Buyera Dim Dim di salên 1606/1608an rudaye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin