Ji Soylu ‘Kurdistan li ku derê ye’ hat pirsîn

Ji Soylu ‘Kurdistan li ku derê ye’ hat pirsîn

.

A+A-

Serokwekîlê Fraksiyona Grûpa ÎYÎ Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Lutfu Turkkan bal kişand li ser pesendkirina Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu pirsî, "Herêmê ku nave Kurdistan e li ku derê ye?". Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozeçelîk got ku partiya wan bi wergirtina belgeyê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 11ê Kanûna 2014an de bi fermi weke partiyeke siyasî hate qebûlkirin.

Serokwekîlê Fraksiyona Grûpa ÎYÎ Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Lutfu Turkkan bi daxwaza bersivandina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu pêşniyaznameyek pêkeşî Parlamentoya Tirkiyê kir.

Lutfu Turkkan pêşniyaznameya xwe de xwest ku Soylu pirsa “çawa partiyeke bi nave Kurdistanê di encama vekolînê de tê qebûlkirin? Sedemeke vê ya taybet heye?” bibersivîne.

Lutfu Turkkan ev pirs dane Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê:

-Biryara Destura Bingehîn a bi yekdengî ku hesabên Partiya Azadiya Kurdistanê di sala 2018an hate qebûlkirin, tê wateya pejirandina axa ku jê re qaşo tê gotin Kurdistan?

- Ligel ku li Tirkiyeyê peyva "Kurdistan" qedexe ye, gelo destûr heye ku ev peyv bi navê partiyek were navkirin?

-Herêma ku bi navê Kurdistan  a di nav navê Partiya Azadiya Kurdistanê de cih digire, kîjan herêm e?

Ozçelîk: Em partiyeke yasayî ne

Derbarê mijarê de Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku partiya wan di 11ê Kanûna 2014an de bi wergirtina belgeya ji Wezareta Navxwe weke fermî hate qebûlkirin.

Mistefa Ozçelîk got: “Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di Çileya 2015an de, hişyarî da me ku em nav û bernameya xwe biguherînin. PAKê nav û bernameya xwe neguherand. Piştre, di Kanûn 2016an de, Dadgeha Destûrî PAK hişyar kir ku nav û bernameya xwe biguherîne. PAKê bi vê hişyariyê jî nav û bernameya xwe neguherand.”

Ozçelik diyar kir ku di Çileya 2019an de dozek li dijî PAKê ji bo girtina partiyê, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye vekirin û got: “Weke PAKê me parastina xwe bi Kurdî û Tirkî li Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Pêvajoya dadgehê berdewam dike, lêbelê, wekî partiyek qanûnî, PAKê du Kongreyên Asayî li Enqerê, di 2017 û 2020 de, di bin çavdêriya Desteya Hilbijartinê de pêk anîn. Weke partiyeke yasayî, PAK her sal datayên budçeyê xwe ji Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê re dişîne û heta niha ti pirsgirêk derneketine. PAK li gorî madeya 90emîn a destûra Tirkiyê, partiyeke yasayî ye.”

"Kurdistan ne têgehek e ku PAKê afirandî ye"

Serokê Giştî yê PAKê tekez kir ku navê Kurdistanê nabe asteng ji partiyeke legal re, wiha pê de çû: “Wek partîyek ku tundiyê red dike, PAK hebûn û mafên meşrû yên demokratîk ên netewa Kurd û hebûna Kurdistan diparêze. Kurdistan ne têgehek e ku PAKê îcad kiriye. Kurdistan, Împaratoriya Osmanî û ji damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk û yên din ve bi caran di belgeyên fermi de hate qabûlkirin ku navê welatekê ye. Divê ev rastî bê qebûlkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin