Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar

Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de ragihand ku di civîna sêalî ya bi Çavuşoglu û Zarîf de deklarosyona hevpar a Sûriyeyê hat qebûlkirin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina sêalî ya li Moskowayê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û bi Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf re got: "Deklarosyona hevpar a ji bo krîza Sûriyeyê hat qebûlkirin."

Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: "Di encama hevdîtina îro de me deklarosyoneke hevpar qebûl kir. Ji bo çareseriya siyasî bi her awayî em bi biryara 2254 a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û qewitiyên Konseya Diyaloga Neteweyî ya Soçiyê ve girêdayî ne."

'NABE KES ZIRARÊ BIDE FORMATA ASTANAYÊ'

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Rûsya, Tirkiye û Îran hewldana perçekirina Sûriyeyê qebûl nakin."

Wezîrê rûsî di axaftina xwe de got: "Em ê qebûl nakin ti kes zirarê bide xebat û formata Astana ya hersê welatan. Em bi biryar in ev xebat werin meşandin. Hersê welat jî ji bo bicihanîna biryara 2254 a KENYê ku rewşa Sûriyeyê vegerîne hedefên xêzkirî li hev kiriye."

'MUXALEFET NAXWAZE MESELE ÇARESER BIBE'

Sergey Lavrov got: "Xebatên vegera muzakereyên Cenevreyê dewam dikin, lê daxuyaniyên hinek nûnerên muxalefeta derve meseleye provake dike. Ev muxalefet ji bo çareseriya krîzê daxwaza hinek şertên wek muzakereyên siyasî, guherina desthilat û rêvebiriya Sûriyeyê wek sûcê şerî li dadgehê were darizandin dike. Ev daxuyanî hem li dijî biryara 2254 rê ye û hem jî destpêkirina pêvajoya çareseriyê dixe zorê."

'SAZIYÊN ÎSTÎXBARATÎ JI BO BIHEVGUHERÎNA AGAHIYAN LI HEV KIR'

Li gor daxuyaniya Lavrov, di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de saziyên îstîxbaratê ji bo bihevguherîna agahiyên îstîxbarat û hewldanên terorîstan li hev kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin