'Ji Parîsê ve bo Teyrawe' hat belavkirin

'Ji Parîsê ve bo Teyrawe' hat belavkirin

'Ji Parîsê ve bo Teyrawe', navnîşana pirtûkeke wêneyî û çîroka wênegirekî şoreşa Îlonê ye ku nivîskarê Kurd Aso Hacî amade kirîye û Tora Medyayî ya Rûdawê jî çap û belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ew fotograferê Kurd ku zêdetir ji 50 sal berîya niha û di dema şoreşa Îlonê de, hejmarek wêne dabûne nivîskarekî Fransî daku rûbirûbûna Pêşmerge û zordarîya dewleta Iraqê li hember Kurdistanê, bi wêneyan bigihîne Ewropayê, lê belê nivîskarê Fransî ew foto belav nekiribûn, rojnamevanekî ew wêne dîtin û Tora Medyayî ya Rûdawê jî ew wêne di çarçoveya pirtûkeke wêneyî de belav kirin.

Pirtûka "Ji Parîsê ve bo Teyrawe" ku ji alîyê rojnamevan Aso Hacî ve hatîye amadekirin îû Tora Medyayî ya Rûdawê roja 21ê Gulanê li Hewlêrê çap û belav kir, behsa wêneyên Mihemed Fereh dike, ku fotograferekî Kurd û nîştecihê Taxa Teyrawe ya Hewlêrê bûye û çûye navçeyên rizgarkirî yên şoreşê û di salên 1964-1966 de wêneyê serokê şoreşa Kurdistanê, Mele Mistefa Barzanî û Pêşmerge û bombebaranên dewleta Iraqê û wêneyên xelkê asayî girtine.

Ew fotograferê Hewlêrê, beşek ji wêneyên xwe yên wê demê dide Jean Marie Pradier, nivîskarê pirtûka Kurd, Şoreşa Bêdeng, ku di dema şoreşa Îlonê de ji bo amadekirina teza xwe ya doktorayê ku derbarê şoreşa Kurdistanê (şoreşa Îlonê) de bû, hatibû Başûrê Kurdistanê.

Aso Hacî piştî 9 salan lêgerîna li pey xwedîyê wan wêneyên ku Jean Marie Pradier dabûne wî, kurekî fotografer Mihemed Fereh li Hewlêrê dibîne û behsa çîroka jîyana wî fotograferê Kurd di beşek ji vê pirtûka xwe de dike.

Mihemed Elî Hemed Xidir, naskirî bi Mihemed Fereh ku li ber dîwarê Keleha Hewlêrê kamêrayeke wî ya ber rojê hebû û wêneyên reş û spî digirtin, di sala 1993an de li mala ku têde mezin bibû, li Taxa Teyrawe ya bajarê Hewlêrê koça dawîyê kirîye.

Niha ew kamêraya ku di serdema şoreşa Îlonê de kar pê hatîye kirin, li Muzexaneya Kulturî ya Hewlêrê (Dibistana Erbil Ola) tê parastin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin