Ji PAK-Swêdê semînerek aktuel

Ji PAK-Swêdê semînerek aktuel

PAK-Swêd di bin ronahîya bûyerên dawîn ku li Rojavayê Bakurê Kurdistanê diqewime semînerek amade kir. Semîner ji alîyê Dr. Ekrem Onen da hat dayîn û navê semînerê ”Di avakirina sîstema nuh a cîhanê de Kurdistan û rewşa netewî ya Kurd” bû.

A+A-

PAK-Swêd îro, li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî semînerek dar xist. Semîner ji alîyê Dr. Ekrem Önen da hat dayîn, moderatoriya semînerê jî Nîhat Akar kir.

Berîya semîner dest pê bike Nîmet Mumtaz Aydin li ser navê PAK-Ewrûpa bi axaftinek kin 5 salîya PAKê pîroz kir. Aydin got em her sal, salvegera damezirandina partîya xwe bi şevekê şahîyê pîroz dikir, lê îsal ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê dilê me bar neda em şeveke şahîyê li dar bixin, ez li vir dixwazim çend gotin derbare 5 salên PAKê de bibêjim.

seminer-ekrem-onen2.jpeg

Aydin got: ”5 salîya PAKê li hemû PAKîyan, dilxwaz û dostên wan pîroz be. 5 sal ji bo partîyek siyasî ne demek dirêj e, demek pirr kin e. PAK bi dengê xwe, bi siyaseta xwe bû hêviyek bû mûmek di taristaniya Bakurê Kurdistanê”. Dû re bi kurtî qala çend karên ku PAKê ev 5 salan de kiriye kir. Di dawiya axftina xwe de jî gor: ” Lê pêwistîya hêzeke girse li dor bername û helwesta PAKê heye. Ji bo wî em bangî hemû welatperweran dikin ku mil bidin PAKê û em PAKê xurt bikin”.

Dr. Ekrem di destpêka semînera xwe de bi kurtî qala peymana dizî ya di nav Fransiz, Îngilîz û Rûsan de Sykes-Pico vir ve tarîxa peyman û lihevkirinên perçekirinên Kurdistanê û herweha hewildanên kurdan a ji bo bin nîrê mêtingehkariyê derkevin, kir.

seminer-ekrem-onen3.jpeg

Dr. Ekrem dû re bi hûrgilî qala helwesta Amerîka, Îran, Îsaraîl, Rûsya, Çînê kir. Herweha peymana di navbera Tirk û Amerîka, Tirk û Rûsyayê kir. Detayên peymana Adanayê û nuhkirina wê peymanê kir. Herweha qala riyên derbaskirina enerjîyê kir û li ser îddîayên korîdora alternatîf ya enerjîyê ya ji Başûrê Kurdistanê ku bi riya Rojavayê Kurdistanê gihandina Derya Spî kir.

Dr. Ekrem got di pirsa Sûriyê de Rûsya û Amerîka li hev kiriye. Peymaneke 17 xalî li Îsraîlê îmze kirine. Amerîka Suriyê ji Rûsyayê re dihêle. Rûsya jî dizane Elewî nikarin Sûriyê bi serê xwe rê ve bibin. Tu car Elewî û Sunnîyên Ereb wê nikaribin li hev bikin û îdareyek hevbeş pêk bînin. Alternatîfa herî xurt rêveberiyek hevbeş a Elewî û Kurda ye. Kurd jî ji Sunnîyên Ereb zêdetir li Elewîyan germtir dinêrin. Lê ji bo Kurd jî bi Elewîyan re hevkarî bikin, divê dilê wan jî bê xweşkirin. Her Kurd wê hin mafan bi dest bixin, lê çiqas, ew ne diyar e. Zîrekî û yekgirtina Kurdan wê tayinker be.

Piştî navberdayînê beşdarên semînerê fikrên xwe gotin û pirsên xwe kirin. Îro Kurdên Stockholmê semînerek înformatîf û tije guhdar kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin