Ji HSD û hêzên Sûriyê pêngaveke hevbeş

Ji HSD û hêzên Sûriyê pêngaveke hevbeş

.

A+A-

Hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li bakurê rojhilatê Sûriyê maneoreke leşkerî ya hevbeş encam dan.

Li gorî dîmenên medyaya Rûsî ragihandine, îro 30ê Tîrmeha 2022yan, li bakurê rojhilatê Sûriyê, li gundewarê rojhilatê Helebê, hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, manoreke leşkerî hevbeş encam dan, weke yekemîn manora hevbeş e bi serperiştiya rahênerên Rûs tê kirin.

Di dîmenan de diyar dike ku dê manora leşkerî ya hevbeş, rahênana avî li xwe girtiye, bi awayekî ku tank ji peraveke avê derbasî peraveke din dibin, bi yaweriya helîkoptern û teqînên topan, di nav rahênanê de, herwiha bi warê bereevaniya ezmanî de û bikaranîna dronana.

Medyaya Rûsî nîşan bi wê yekê daye ku “ev rahênanadi çarçoveya rêgirîkirinê de ye, li hember êrîşên Tirkiyê li bakurê Sûriyê”, weke bersivekê tê li ser gef û êrîşê ku ji aliyê Tirkiyê ve, têne dan.

Fermandar û berpirsên HSDê, di dema vê meha Tîrmehê de, bêhtir ji carekê ragihandiye ku hevtêgihiştin û hevahengiyek di navbera hêzên HSDê û hêzên artêşa sûrî de hatiye pêkanîn, bi armanca rûbirûbûna çi êrîşeke pêşbînîkirî ji aliyê Tirkiyê ve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin