Ji CHPê şîrove: Rêkeftina Putin Erdogan li ser Idlibê hilweşiyaye

Ji CHPê şîrove: Rêkeftina Putin Erdogan li ser Idlibê hilweşiyaye

Partiya Gel a Komarê CHP radigihîne: Rêkeftina Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li parêzgeha Idlibê hilweşiyaye.

A+A-

Cigîrê Serokê CHPê Unal Çevîkoz balê dikşîne ser daxûyaniyên Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn û dibêje, Rûsya piştgiriya êrîşên Sûriyê yên ser Îdlibê dike. Ev jî tê wateya ku rêkeftina Soçiyê hiweşiyaye û heger derfetên berdewamiya rêkeftinê nemabin, divê Tirkiye ji bo ewlekariya leşkerên xwe ji rêkeftina Soçiyê vekişe.

Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê li 15ê Îlona 2108an li bajarê Soçî yê Rûsyê liser avakirina navçeya kêmkirina şer (herêma bêçek) li Îdlibê lihev kiribûn, lê heta niha şer li wê navçeyê berdewam e.

Ev daxuyaniya Cigîrê Serokê CHPê di demekê de ye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di serdana xwe ya bo Parîsê de ragihandibû, ew piştevaniyê li êrîşên artêşa Sûriyê li ser teroristên li Idlibê dike.

Herwiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî ragihandibû, hebûna leşkerên Tirkiyê li Îdlibê, pêşiya êrişên terorîstan nagre û rayedarên parastinê yên Rûsyayê rojane bi rayedarên Tirkiyê re di pêwendiyê de ne.

Ji roja 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa li ser “herêma bêçek” li gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê kiriye û berî du rojan dema karwaneke leşkerî ya Tirkî dixwast ber bi bajarokê Xan Şêxonê be biçe, pêşiya wê hatibû bombebarankirin û rê nehat dayîn ew kar bigihe wê bajarokî.

Di derbarê herêma ewle de jî Unal Çevîkoz got, bêyî razîbûna Neteweyên Yekgirtî û Hikûmeta Sûriyê avakirina herêma ewle ne yasayî. Avakirina herêma ewle dê desthilatdariya niha ya li rojhilatê Firatê mayînde bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin