Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bona partî û kesayetên Kurd

A+A-

Bawerim rewşa bakurê kurdistanê ji we hemiyan ve diyar, eşkere û zelal e. Heger weha bidome wê Kurd hema hema li bakurê Kurdistanê tune bibin.

Tunebûna kurdên perçêgewre, kêmaniyeke mezin bi xwe nava tevgerên li perçên din jî. Têkçûna bakurê Kurdistanê hema divê em bêjin û qebûl bikin têkçûna tevayiya kurdan e.

Rewş û aloziyaniha vê rewşê roj bi rojnêzîktir dike. Yên vê rewşê tevlî hevdikin, serê xelkê çelkomelko dike jî PKK û hemî rêxistinên bi wê vê girayîne. Lê mixabin hêjî hin kurdan ev fên nekirine ya jî weha tê hesabê wan.

Kiryar û bûyerên PKK, ne di berjewendiya gelê kurd de ne. Li bukarê kurdistanê li gor daxwaza dewleta tirk û bi destê PKK ya ji bona tunebûna kurdan hatiye damezrandinê, hema bêjin bi ser ketiye.

Loma çend hêjayiyên din yên kurdewarî mane ku wan jî têk bibe, kar û xebatê dikin. Heger wî jî têk bibin, aha wê demê mesele diqede û wê her tişt li gor dilê wan û xalan ên wan bibe.

Bala xwe bidinê mesela ziman û neteweyî maye, ji bona vana jî têk bibin çi ji destê wan tê dikin. Li hemberî hemî tiştên baş ew yên nebaş pêşkêşî gel dike.

Komîteyan, koman û komeleyan li ser navê zimên da dimezrînin da ku wê têk bibe. Çi dema gaveke baş û erênî ji aliyê hin kesan an rêxistinên din bê avêtin, hew mirov dibîne ku PKK jî weke wan lê li ser xeta ji bona têkbirinê pêk tînin.

Çima?

Ji ber ku îro ê xwe dîpere û hêz ew e. Niha perên kê hebin ew dibe xwedî hêz. PKK bi perên xwe weşanxanan, partiyan, kes û kesayetiyan bi rehetî dikirin. Ji ber vê ye heta niha partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanîne, bi ser neketin û bi vî awayî her dê bi ser jî nekevin.

Çareserî???

Çareserî ew e ku dibê kurd ango partiyên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanîne. Mirov û kesayetiyên ji xwe re weha dibêjin bê ku wext derbas bibe divê enî ango cepheyeke kurdewarî ava bikin

Bibînin ku gelek tiştên me têkçûne, tenê mesela ziman û hizra neteweyîmaye ji bona vana jî têkbibin, çi ji destê PKK û rêxistinên wê tê dikin.

Baş tê zanîn ku îro li bakurê kurdistanê yên rojevê diguherin û li gor xwe, li gor siyaseta xwe, li gor biryarên xalan ên xwedi jiyanê PKK bi xwe ye.

Niha bi hemî hêza xwe dixwazin ziman û hizra neteweyî têk bibin. Ji bona wê jî çi lazim be wê dikin.

Piraniya weşanxaneyên li bakurê kurdistanê kirine destê xwe, pirtûkên ne li gor dilê wan be û fêda wan ji gel re hebe, nadin weşandin. Gelek dezgeh îro ew bi rêve dibin, da ku rastî neyê dîtin. Medyayeke xurt di destê wan de ye û wêne li gor berjewendiya gelê Kurd bi kar tînin da ku xelkê ji rastiyan dûr bixin.

Loma divê zûtirîn demê mudaxeleyê vê yekê bê kirin.

Kî yê vê bikin???

Ew jî rêxistinên îro hene dikarin mudaxeleyê vê pêvajoya ku di eleyhê kurdan de tê meşandinê bikin. KÎ newana?

Li gor min niha bi hevkarî an jî damezrandina eniyek ku ew jî ji aliyê HAK-PAR, PAK, PSK û hemî kurdên ji vê rewşê nexweş hal in, bi hevre pêk bînin, dikarin mudaxeleyê vê pêvajoyê bikin. Heger ev nebe, metirsiteke mezin heye ku bakurê Kurdistanê bi temamî têk here.

Heger em ji welatê xwe hez dikin, heger em dixwazin bi azadî li ser erda xwe bijîn, divê wan partî û em kesên ji xwe re dibêjin welatparêzin bi hevre wê eniya ku bikaribe mudaxeleyê vê pêvajoya metirsî bikin, damezrînin.

Ji bona vê jî divê em hemî kurdên ji welatê xwe hez dikin, destên xwe zû bigirin vê têxên jiyanê da ku em bikaribin bi hevre pêşî li vê xeterê bigirin. Ev xeter û plan ne tenê ji bona têk birina bakurê Kurdistanê ye. Plana mezin ji bona têkbirina hebûna başûrê Kurdistanê ye.

Plan mezine û ji bona tunekirina kurdan ev sanoryo hatiye nivîsên. Rolên serekeyên di vê sanaryoyê de jî hin kurd in…

 

Önceki ve Sonraki Yazılar