‘Ji bo strana Kurdî daxwaza 15 sal ceza'

‘Ji bo strana Kurdî daxwaza 15 sal ceza'

Ev 12 ciwanên kurd ev 6 meh in di Girtîgeha Silivriyê de ne.

A+A-

Li navçeya Esenyurta Stenbolê 12 kesên, ku stranên kurdî strîyane 15 sal cezayê hepsê hate xwestin.  

Li gorî nûçeya Canan Coşkun a rojnameya Cumhuriyetê a 2ê Sibata 2017ê, Dozgerê Buroya Lêpirsînên Sûcên Rêxistinî û Terorî yê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê Ergun Guçlu îdîanameya xwe ya ji bo 12 ciwan qedandîye û derheqê wan 15 sal ceza xwestîye. Li gorî vê îdîanameyê her 12 ciwan bi tometa “endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistina terorîstî” tên darizandin. Lê gumanbaran sûcên xwe qebûl nekirine.

12 ciwanên kurd di 7ê Tebaxa 2016an de li navçeya Esenyurta Stenbolê li Parka Recep Tayyip Erdogan bi sedema ku stranên Kurdî strîyane ji terefê polêsan ve hatibûn derbkirin û paşî binçavkirin. Ev 12 ciwanên kurd ev 6 meh in di Girtîgeha Silivriyê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin