Ji bo protestoyên li Rojhilat û Îranê daxuyaniya rewşenbîran

Ji bo protestoyên li Rojhilat û Îranê daxuyaniya rewşenbîran

.

A+A-

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di van sê mehên dawîde, jina kurd a bi navê Jîna Amîna ji aliyê polîsên rejîma oldar ve hat kuştin. Polîsên Komara îslamî wê bi îşkencê qetilkirin.


Hovîtiya li hemberî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi mitalan dişopînin. Di ayetên Îslamê de xweşbînî, dilovanî û vijdan heye an me wisa dizanî. Lêbelê dema ku em li pratîkê dinêrin di mirovkujîya Hizbul-kontra, Komara Îslamî a Îranê û komkujî û merivkujîya DAIŞê de em dibînin ku ew kesên ku xwe wekî oldar dihesibînin de tiştekî wisa qet tuneye.
Bi taybetî di hişmedîya radîkal a Îslamî de û di desthilarên mîna Saddam, Şahê Sekuler û di rejîmên Kemalîstan de cudahîyek tuneye. Di van hemûyan de zordarî, zilmdarî, rîyakar û durûtîyek heye.


Dema ku em ola Îslamê dinêrin di teorîya olê de, tê ditîn ku mafê jîyana zimanê Kurdî û neteweya Kurd nasnakin û naxwazin nas bikin. Xwebûna xwe li ser xwebûna netewa Kurdan û zi manê Kurdî ava kirine.


Em di van rojên dawî de komkujî û înfazên Kurdên Rojhilatî û muxalîfên li dijî Îranê şermezar dikin. Herweha têkoşîna niştimanî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku bi awayekî tundî ji aliyê Rejîma Îslamî a Îranê tên tepisandin şermezar dikin. Herweha zilm û zordarîya li hemberî têkoşîna Kurdan bi her awayî em şermezar dikin.
28.11.2022
İsmail Beşikci
İbrahim Gürbüz
Celal Temel

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin