Ji bo 25 Şaredarîyên Kurdistanê qayûm tayin kirin

Ji bo 25 Şaredarîyên Kurdistanê qayûm tayin kirin

Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Tirkiyê vê sibê diyar kir 28 şaredar ji kar hatine dûrxistin, di şûna wan de qayûm tayin kirin. Ji vana 25 şaredariyên Kurdistanê ne.

A+A-

Navend- Li gor nûça ku ketiye tora ajansên Tirkiyê û dinyayê 28 şaredar ku ji vana 25ê wê yê Kurdistanê ne bi sûcdariya alîkariya PKK-KCK û FETO dikin ji kar hatin dûr xistin. Di şûna wan de karmendên dewletê wek qayûm hatin tayinkirin û îro ji seat 09.00 dest bi kar kirine Ji wan 28 şaredariyên ku qayûm hatine tayîn kirin 2yê wan bajêr, 24ê navçe û 2 jî bajarok in. Ev şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin 24ê wan li ser lîsta HDP, 3ê wan li ser lîsteya AK partiyê û yek jî li ser lîsteya MHPê hatibûn hilbijartin.

Bajarên Kurdistanê ku qayûm lê hatin tayîn kirin Colemêrg û Êlih e. Navçeyên Kurdistanê ku qayûm lê hatin tayîn kirin Sûr û Farqînê yên Amedê, navçeya Diyadînê ya Agirî, navçeyên Qelqelî, Rêya Armûşê, Erdiş û Artemêtanê yên Wanê, navçeyên Cizîr û Silopiyê yên Şirnexê û navçeyên Kerboran, Dêrik, Çiyayê Mazî û Nisêbîn ên Mêrdînê, navçeyên Qubînê, Kercewsê ya Batmanê, Navça Kopê ya Mûşê, navça Xwelîn ya Idirê, navçeyên Aşqale û Xinisê ya Erzurûmê, navça Dihê ya Sêrtê, navça Pirsûsê ya Ruhayê ne.

Li gorî Wezareta Karûbarên Navxeyî ya Tirkiyê ev kiryar li gorî qanûna Rewşa Awarte ya bi hejmara 674a biryarnameyên di hikmê yasayê hatibû weşandin hatiye kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin