Îro roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye

Îro roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye

.

A+A-

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Ev roj di encama bûyerek xwînawî de wek cejn hatibû pejirandin. Xwandekarên bengalî li Benlagdeşê ku zimanê wan qedexe bû li dijî dewleta Pakîstanê ji bo ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin roja 21ê Sibat 1952an xwepêşandanek lidarxistin. Xwepêşandan rastî bersiveke tund hat ji aliyê dewleta Pakîstanê ve û 11 ciwanên bengalî hatin kuştin. Bi berdewamiya demê re Pakîstan neçar ma û zimanê bengalî pejirand û weke tê zanîn Bangladeş jî paşê ji Pakîstanê veqetiya û bû dewleteke serbixwe. Têkoşîna bengaliyan a ji bo zimanê wan bidawî bû û niha ji bo pêşvebirina zimanê xwe di nava hewldanan de ne.

UNESCO, ji bo ku li cîhanê ciyawaziya zimana zêde bike, ji bo ku hikumet rêz li zimanan nîşan bide û ji bo ku dewlemendiya ziman biparêze 21 Sibatê ji sala 1999an û vir ve wekî roja zimanê zikmakî ragehandiye.

Ji bilî Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li herdu parçeyên din ên Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê hebûna zimanê kurdî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin û berovajî vê qedexeya li ser zimanê kurdî di sedsala 21an de jî li ber çavê cîhanê didome.

Ziman ne tenê amûrê ragihandinê ye, hebûna her kesayet û civakê bi zimanê wan ve girêdayî ye. Meseleya zimanê kurdî jî di çarçoveyek siyasî de tim tê niqaşkirin, lê bandorên neyînî yên derûnî yên li ser zarok, ciwan, xwandeker û civaka kurd li ber çav nayê girtîn.

Hikûmeta Tirkiyê li aliyekî dibêje me zimanê kurdî naskiriye li aliyê din deriyê dibistanên ku perwerdeya zimanê kurdî didin dadixe û têkoşîna kurdan ya ji bo zimanê wan jî didome.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî zimanê kurdan polîtîkayeke bi heman awayî dimeşe û li wir jî kurdî nehatiye qebûlkirin. Ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî li dij zimanê kurdî heman helwest dimeşiya, lê belê piştî ku li Sûriyê şerê navxweyî destpêkir û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ket destê kurdan, ji bo pêşvebirina zimanê kurdî xebat hatin destpêkirin û niha di dibistanan de perwerde bi zimanî kurdî tê kirin.

Dewletên serdest daxwazên kurdan yên derbarê ziman de ku dixwazin ‘zarokên wan bi zimanê zikmakî perwerde bibîbin û kurdî jî bibe zimanê fermî’ napejirînin. Niha li cîhanê li gelek welatan ji yekê zêdetir ziman bi fermî hatine qebûlkirin û perwerde bi pergaleke pirzimanî dimeşe.

Di cîhanê de ji 194 welatan li 113 welatan ji zimanekê zêdetir ziman hatine pejirandin û naskirin. Di nava van de welatên ku demokrasiya wan pêşketî jî hene. Ji xwe pêşketina demokrasiyê bi azadiya ziman, raman û çandê ve girêdayiye.

Rewşa welat, ziman û gelê kurd ji ya welat, ziman û gelên din cudatir e, ji ber ku ne tenê zimanê wan hebûn û welatê wan jî hatiye qedexekirin û têkoşîna gelê kurd jî bênavber didome.

Ev nûçe 122 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin