Îro pêncemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye

Îro pêncemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye

.

A+A-

 Îro pêncemîn salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê ye, biryar e jî di vê bîranînê de çalakiyên curbicur li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê werin kirin.

Roja 7ê Hezîrana 2017an, nûnerên partiyên siyasî yên di nava Parlamentoya Kurdistanê de û bi amadebûna Serok Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê, biryara encamdana referandumê hate dayîn û Encûmena Bilind a Referandumê hat pêkanîn û her yek ji nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamî, Tevgera Îslamî, Partiya Zehmetkêşan, Hizba Şiyoî û Partiya Sosyalist di wê encûmenê de beşdar bûn.

Her di wê civînê de, roja 25ê Îlona 2017an wek roja encamdana referandumê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat diyarkirin û tevahiya partî û aliyên siyasî razemendiya xwe li ser encamdana referandumê nîşan dan.

10 rojan berî encamdana referandumê û di 15ê Îlona 2017an de, Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan birêveçûna referandumê pesend kir, Komisyona Bilind a Rapirsî û Hilbijartinan serperiştiya birêveçûna referanduma serxwebûnê kir.

Biryara encamdana referandumê, qonaxeke din a giring a xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû, bi taybet ku tevahiya aliyan piştgiriya temam lê kirin û soz dan ku bi hemû karînên xwe kar ji bo serxistina proseya referandumê bikin.

Giringiya zêdetir a biryara encamdana referandumê di wê derket ku ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê belê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bê kirin. Ev referandum jî bi piştbestina bi binemayên mafê çarenivîsî ya gelan e ku mafekî rewa ye û ji aliyê Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî ve hatiye naskirin û Herêma Kurdistanê jî hemû taybetmendiyên wê yên wek xak, ziman, kultur û dîrok hene ku biryarê li ser çarenivîs û pêşeroja xwe bide.

Roja 25ê Îlona 2017an bi rêberiya Serok Barzanî, gelê Kurdistanê referanduma serxwebûnê encam da û %92.7 dengê "Belê" dan, her çiqas bûyerên piştî referandumê, serxwebûna gelê Kurdistanê paş xist jî, lê ev daxwaz heta niha di dil û derûna hemû Kurdan de zindî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin