Iraq: Me dê helwesteke din li hember Tirkîyê hebe

Iraq: Me dê helwesteke din li hember Tirkîyê hebe

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku operasyona serbazî ya Tirkîyê hevkar nabe bo “hewlên hevbeş ên rûbirûbûna terorê” û dîyar jî dike ku hemû bijarde li ber Iraqê vekirîne bo li dij derketina binpêkirina serwerîya welat.

A+A-

Ehmed Sehaf, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, bi şermezarkirin, yadaştnameyên nerazîbûnê û vexwendina balyozên Tirkîye û Îranê, dest bi hewlên xwe kirine û dibêje, ew bi wê jî ranawestin û dê pena bibin bo komkirina helwesta erebî boi rêya Komkara Erebî û helwesta welatên Îslamî bi rêya Rêxistina Hevkarîya Îslamî û “eger jî li Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî gilî li dijî Tirkîyê tomar bikin.”

Roja Çarşemê, 01.07.2020, Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê operasyona artêşa Tirkîyê li Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ew a rû dide cihê nîgeranîyê ye , divê Tirkîye û Iraq pirsgirêkên xwe çareser bikin û herwiha amaje bi wê jî kir, “Derbarê wê yekê de zanyarî nînin ku Iraqê li ser operasyonê daxwaza kombûnê li encûmenê kiribe.”

 Li gor gotina Ehmed Sehaf, Iraqê di sîyaseta derve de hejmarek prensîb ji bo bihêzkirina peywendîyên li gel welatên cîran dariştîye ku ew jî, destwernedan li karûbarên navxwe yên welatan, binpênekirina serwerîyê, liberçavgirtina prensîbên cîrantîya baş û dibêje, “Pêwîst e her alîyek hevşêweyê Iraqê reftar bike. Em her karekî yek alî jî red dikin ku bûbe sedema binpêkirina serwerî.”

Tevî nerazîbûna Iraqê, Tirkîyê hefteya derbasbûyî navçeyên sînorî yên di navbera herdu welatan de topbaran kirin ku di encamê de hejmareke hemwelatîyên sivîl canê xwe ji dest dan. Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê dibêje, “em tekezîyê li ser girîngîya rawestandina binpêkirina sînor ji alîyê hêzên Tirkîyê ve û derbaskirina asmanê Iraqê dikin.”

Di maweyê 15 rojên derbasbûyî de Tirkîyê di çarçova operasyona ‘Pençe Piling’  li 14 cihên stratejîk li sînorê nahîyeya Batîfa bicih bûye  ku di 37 salên derbasbûyî de Tirkîyê 24 binkeyên serbazî li sînorî Nêrwe û Kanî Masê danîne.

Fermandarê wê hêza zêrevanên sînor a Iraqê ku li hin navçeyên sînorî yên Zaxoyê hatine bicihkirin, ji Rûdawê re ragihand, wan li çend xalên stratejîk ên li sînorê herdu nahîyeyên Batîfa û Derkarê hêzên xwe bicih kirine. Wî fermandarî herwiha got, hikûmeta Iraqê bi fermî Tirkîye agahdar kirîye ku ew hêz li wan cihan hatine bicihkirin.

Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî, Fermandeyê Hêza 1 a Zêrevanîya Sînor a Iraqê li Zaxo, îro beşdarî bultena nîvroj a Rûdaw TV bû û ragihand, “piştî destpêkirina operasyonên Tirkîyê û serdana Fermandarê Hêzên Zêrevanîya Sînor bo navçeyê, komîteyek ji alîyê Serokwezîrê Iraqê ve hat pêkanîn ku serdana navçeyê kir, paşê ferman hat dan, ku hêzên Zêrevanîya Sînor dest bi tevgerê bikin û dest bi ser çend pêgehên stratejîk ên navçeyê de bigirin.”

Hêza 1 a Zêrevanîya Sînor sala 2003an piştî hilweşîna hukmê Beas hat damezrandin û jibilî wê hêzê jî ti hêzeke din neçûye navçeyê.

Fermandarê Hêza 1 a Zêrevanîya Sînor herwiha dîyar kir, fermande û serbazên wê hêzê bi tevahî Kurd in û xelkê navçeyê ne, niha ew li çend xalên stratejîk li sînorê herdu nahîyeyên Batîfa û Derkarê hatine bicihkirin.

Derbarê wê yekê ku ew hêz dê heta kengê li wan cihan bimînin û paşê kê dê erkê wan werbigire, Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî got: “Biryar hatîye dan ku ew hêz li wan cihan bêne bicihkirin û dê her li wan deran jî bimînin.”

Berdevkek Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirsa Rûdawê de derbarê êrişên Tirkîyê û Îranê bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dîyar kiribû ku ew nîgeran in ji kuştina xelkên sivîl û gotibû ew “daxwaz ji Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin li gel hev kar bikin bo têkbirina PKKê.”

Li gor zanyarîyên îstîxbaretî yên hêzên serbazî, li wan deverên sînorê Zaxo ji sala 1983 ta 14ê Hezîrana 2020, Tirkîyê li 24 cihên stratejîk ên sînorî, li deverên Kanî Masê, Dêraluk û Şêladizê bicih bûye.

Lêbelê tenê di vê operasyona dawîn de Tirkîye bi dêrêjahîya 45 bo 50 û mezinahîya 15 bo 30 kîlometre sînorê nahîya Batîfa derbas kirîye û heta niha li 12 cihan bicih bûye.

Di maweyê 37 salan de 60 gund ketine jêr desthilata artêşa Tirkîyê û plan heye di qonaxa bê de, her sê nahîyeyên Kanî Masê, Batîfa û Derkar û beşek ji nahîyeyên Dêraluk û Şêladizê bikevin bin kontrola Tirkîyê.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin