Iraq ket pey wî sîxorî

Iraq ket pey wî sîxorî

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragiahnd, ew li dû wî sîxorê Tirkîyê digerin ku ji bo êrîşa li Biradost a li ser hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê zanyarî dane Tirkîyê.

A+A-

Berdevkê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, Lîwa Tehsîn Xefacî di daxuyanîyekê de ji bo ajansa Sputnik a Rûsî ragihandîye, têkildarî êrîşa Tirkîyê ya li Sîdekanê ku di encamê de du fermandarên Iraqê hatin kuştin, ew li gel Herêma Kurdistanê di peywendîyê de ne û komîteyek jî ji bo lêkolîna derbarê bûyerê de hatîye pêkanîn.

Lîwa Tehsîn Xefacî: “Em di peywendî û hevahengîyê de ne, li gel alîyên emnî yên Herêma Kurdistanê, têkildarî êrîşa Tirkîyê bo ser hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê li navçeya Sîdekanê li Hewlêrê, ku Sêşema bihorî çê bû û bû sedem ku du fermandeyên wê hêzê jîyana xwe ji dest bidin.”

Xefacî got: “Me komîteyek pêk anîye, ji bo ku lêkolînê li wê rêyê bike ku Tirkîyê bo encamdana êrîşê bi kar anîye û herwiha ji bo kesê ku zanyarî dane hêzên Tirkîyê bo aşkerekirina cihê otomobîlên şanda hêzên Zêrevanên Sînor li Sîdekanê.”

Berdevkê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê amaje bi wê yekê dike, ku hêzên Iraqî yên ku Tirkîyê êrîşî wan kirîye, di erk de bûn û serdana hêzên Zêrevanên Sînor ên li ser sînorê Iraq û Tirkîyê kiribûn, “lewma ew êrîşa Tirkîyê pêşhatekî metirsîdar e û nabe berdewam be.”

Roja Sêşemê 11ê Tebaxê, di demekê de ku hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê serdana sînorê navbera Iraq û Tirkîyê li devera Sîdekanê kiribûn, daku valahîya emnî ya li navçeyê nehêlin, balafireke bê firokevan a Tirkîyê otomobîleke wan bombebaran kir û di encamê de du fermandeyên wê hêza Iraqî jîyana xwe ji dest dan û fermandeyek û du serbaz û karmendekî istixbarata Iraqê jî birîndar bûn.

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Iraq destnîşan dike, ku pêwîst e Tirkîye pirsgirêkên xwe bibe derveyî Iraqê.

Serokomarîya Iraqê û Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa Tirkîyê şermezar kirine û weke binpêkirina serwerîya Iraqê û gef û pêngavek metirsîdar li dijî ewlehîya niştimanî ya Iraqê bi nav kirine. Wezareta Derve ya Iraqê herwiha têkildarî êrîşê, Balyozê Tirkîyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bangî wezaretê kir û nameyeke tund a nerazîbûnê da wî.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyanîyekê de nerazbîbûna xwe li hember êrîşa Tirkîyê nîşan da û ragihand, ku divê Tirkîye û PKK şerê xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin