Îran û Tirkîye li hember Kurdan peymanekî nû îmzekirin

Îran û Tirkîye li hember Kurdan peymanekî nû îmzekirin

.

A+A-

 Wezîrên Navxwe yên Îran û Tirkiyê li Tehranê lihevtêgihîştinek îmze kirin ku di warê ewlehiyê de hevkariya herdu aliyan pêşbînî dike. Herdu aliyan herwiha tekezî li ser alîkariyên hevbeş li navçeyên sînorî û rûbirûbûna hêzên dijber di bin navnîşana “rûbirûbûna terorê” de kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu êvara Çarşemê 20ê Cotmeha 2021an bi serokatiya şandekê serdana Tehranê kir û li gel Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehemd Wehîdî civiya.

Di şanda Tirkiyê de, Serfermandarê Cendirmeyan Arif Çetîn, Rêvebirê Asayişê Mehmet Aktaş û Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Muhterem Înce bi Soylu re serdana Îranê kirine.

Di vê serdanê de piştî hevdîtinên di navbera herdu wezîran û herwiha şandên herdu welatan de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehemd Wehîdî lihevtêgihîştinek îmze kirin.

Piştî civînê, herdu wezîran di konferanseke rojnamvanî de behsa naveroka civîna xwe kirin.

Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA, Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehemd Wehîdî ragihand, peywendiyên herdu welatan xurt û bihêz in û û got, “Di rûniştina îro de, têkoşîna li dijî terorê, têkoşîna li dijî tawanên navneteweyî, qaçaxçîtiya çekan, bazirganiya sînor û pêşxistina çalakiyên sînorî hatin gotûbêjkirin.”

Wehîdî got, ew û Soylu derbarê rol û çalakiyên Amerîka û Îsraîlê li navçeyê axivîne û diyar kir, herdu aliyan rewşa Efxanistanê û “komployên” ku tê xwestin li navçeyê bên kirin jî gotûbêj kirine.

Wezîrê Navxwe yê Îranê tekez kir ku her du welat ji bo pêşxistina têkiliyan bi biryar in û got ku di demek nêz de dê asoyên nû ji bo xebata hevbeş bêne vekirin.

Di vê preskonferansê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu jî ragihand, di navbera şandan de hevdîtinên berhemdar pêk hatin û di navbera wezaretan de jî têgihîştineke baş heye.

Suleyman Soylu diyar kir, di civîna bi Wezîrê Navxwe yê Îranê re wan tekez li ser “rûbirûbûna terorê” kiriye û ji bo rûbirûbûna PKKê û grûpên din, wan alîkarî û navendên hevbeş hene.

Soylu got, “Di têkoşîna li dijî rêxistina terorê ya PKKê û hemû rêxistinên terorê de em bi hev re îradeyeke hevpar nîşan didin. Gelek komên me yên xebatê hene û ev daxwaz û dînamîkên her du welatan aşkere kir” û got, “Îro me di têkoşîna li dijî terorê de careke din biryardarî û yekîtiya xwe piştrast kir.”

Soylu got, ew li gel Îranê dixwazin kargrûpeke hevbeş ji bo sînoran ava bikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin