Îran li nêzîk bajarekî Kurdistanê binkeya mûşekî ava dike

Îran li nêzîk bajarekî Kurdistanê binkeya mûşekî ava dike

.

A+A-

Saziya “Intel Lab” dibêje, Komara Îslamiya Îranê çalakiyên xwe li nêzîk binkeya mûşekên balistîk a Baxteran li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji bo avakirina saziyeke jêrzemînî destpê kiriye.

Li gor raporta Intel Lab, heft meh bûn ku Îranê çalakiyên xwe bo avakirina wê saziya jêrzemînî ya mûşekên balistîk rawestandibû, lê belê ji destpêka meha Tebaxê ve hatin û çûnên bo wê navendê gelek zêde bûne û kolandina tunelan û danîna xîmên betonî hatine destpêkirin.

Intel Lab ragihandiye, wan ew zanyarî di rêya satelîtê ve bidestxistine û nirxanin jê re kirine û dibêje, du tunel li navçeyên çiyayî hatine kolandin, ku 250 metran di bin çiya de ne û 550 metran jî derbasî nav çiya bûne.

Li gor raporta “Navenda James Martin Bo Lêkolîna Programên Atomî”, Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dê binkeyên mûşekî ava kiriye.

Binkeya mûşekî ya Baxteran li Kirmaşanê binkeya herî hestyar e û Supaya Pasdaran bi du cor sîstemên berevaniyêyên pêşkevtî wê binkeyê diparêze.

Supaya Pasdaran sala 2017 ji parêzgeha Kirmaşanê ve bi mûşekên balistîk êrişî ser binkeyên DAIŞê li parêzgeha Dêrezor a Sûriyê kiribû.

Destpêkirina çalakiyan li binkeya mûşekî ya Baxteranê di demekê de ye, ku Îran çalakiyên xwe yên atomî zêde kirine û hevdem teqîn û karê têkderane yên biguman jî li navendên atomî yên wî welatî çê bûne.

Îranê hewl daye, wan êriş û karên têkderane wek tiştên biçûk bi nav bike, lê belê li gor raportên cuda, hinek zirarek mezin gihîştiye hinek binkeyên atomî yên wî welatî.

Tevî ku piştî her êriş an bûyereke di navendên atomî yên Îranê de, Îsraîl bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku destê wê di wan bûyeran de hebûye, lê Îsraîlê bi fermî ne red kiriye û ne jî piştrast kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin