Îran: Divê Amerika bingeha serbazî ya Herîrê li Başûrê Kurdistanê vala bike

Îran: Divê Amerika bingeha serbazî ya Herîrê li Başûrê Kurdistanê vala bike

.

A+A-

Serfermandarê Artêşa Îranê bi daxuyaniyekê daxwaz kir û got, divê Amerika bingeha serbazî ya Herîrê li Başûrê Kurdistanê vala bike.

Li gora medya Îranê eşkere kir, Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê Mihemed Baqirî, di merasîmekê de, axavtinek kir û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku li başûr dimînin tehdît kir û da xuyakirin, Îran qebûl nake tu bingehên serbazî yên Amerikayê nêzikî sinorê Îranê hebin.

Baqirî gotiye, binkeya serbazî ya Herîrê yek ji wan cihan e ku li wê derê li dijî Îranê plan tê danîn û divê ew bike were rakirin.

Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê têkildarî binkeya serbazî ya Amerîkayê li Herîrê û binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kiriye, ku ji nû ve Îranê çalakiyên dîplomasî û serbazî bo dabînkirina ewlehî û seqamgîriyê destpê kiriye.

Mihemed Baqirî daxwaz dike, partiyên Rojhilatê Kurdistanê baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ku ew wek Bakurê Iraqê bi nav dike, bi temamî rakin û nehêlin û dibêje, eger ew alî wê yekê nekin, dê li ti binkeyan aramiyê nebînin û operasyonên xwe berfirehtir bikin.

Baqirî Bexda û Hewlêrê ji ber hebûna wan binke û baregehên hêzên dijberê Tehranê berpirsyar dibîne û dibêje: “Hikûmetên Iraq û Herêma Bakurê Iraqê, derbarê hebûna wan binkeyan de berpirsyar in û nikarin bêjin ku şiyana wan bo rûbirûbûna wan koman tune ye û daxwaz jî bikin ku em jî ti karî nekin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin