ÎDLIB/ Di encama du teqînan de 15 kes hatin kuştin-VÎDYO

ÎDLIB/ Di encama du teqînan de 15 kes hatin kuştin-VÎDYO

Li navenda bajarê Îdlibê ku di destê komên dijbereyê de ye, li dû hev du teqîn çêbûn, di teqînan de 15 sivîlan canê xwe ji dest dan û 79 sivîl jî birîndar bûn.

A+A-

Li navenda bajarê Îdlibê li kolana Kusurê du wesayîtên bombebarkirî li dû hevdu hatin teqandin.

Rêveberî Parastina Sivîl ê Îdlibê Mistefa Hac Yûsif derbarê teqînan de got: "Teqîna ewil piştî nîvro li ser Kolana Kusurê çêbû. Teqîna duyem jî li cihê ku dildarên Parastina Sivîl lê bûn çêbû."

 

Hac Yûsif ragihand ku di van teqînan de 15 sivîlan canê xwe ji dest dan û 79 sivîl jî birîndar bûn.

 

Yûsif got li cihên ku teqîn lê çêbûn avahî û kargehan jî zirareke mezin dîtin, xebatkarên Parastina Sivîl şewat vemirandin.

 

Ji aliyekî din ve hat zanîn ku 4 rojnamevanên ku ji Xuteya Rojhilat ji neçarî koç kiribûn ew jî birîndar bûne.

 

Heta niha ti alî êrîş negirtiye sitûyê xwe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin