Îbrahîm Tatlises cara pêncemîn e dizewice

Îbrahîm Tatlises cara pêncemîn e dizewice

.

A+A-

Stranbêjê navdar ê Kurd Îbrahîm Tatlises ragihand ku bi evîndara xwe Gulçin Karakaya re ku 43 sal ji wî biçûktir e, zewicî.

Stranbêj Îbrahîm Tatlises di bernama xwe ya bi navê Îbo Showê de Murat Dalkiliç, Ersay Uner, Simge Sagin, Ebru Yaşar kirin mêvan. Di bernameyê de Tatlises ragihand ku ew cara pêncemîn e zewicî ye.

Gava Ebru Yaşar ji Tatlises re got "Hûn zewicî ne", wî jî behsa  zewacên ku heta niha kirine kir.

Tatlises diyar kir ku wî zewaca xwe pêncemîn kiriye û got:  “Ez kêfxweş im, ez zewicî me. Bi rastî Gulçin li min haydar dibe. Ez ne di wê rewşê de me ku piştî vê saetê hesab bidim kesî."

Hate zanîn ku Îbrahîm Tatlises ê 69 salî daxwaza xwe ya zewacê bi gustîlk pirlanta ya pir taybet kiriye, û piştî bersiva 'Erê', herdu li malê bi beşdariya hevalên xwe zewicîne.

Derketibû holê ku Tatlise bi Gulçin Karakaya re bi qasî 1,5 sal jiyana evîndariyê hebûye. Tatlises di heman demê de evîndara xwe Karakaya bi jina xweya berê Ayşegul Yildiz re nasandibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin