Îbrahîm Biro: Qendîl rêgiriyê li guftûgoyên ENKS û PYDê dike

Îbrahîm Biro: Qendîl rêgiriyê li guftûgoyên ENKS û PYDê dike

.

A+A-

 Gruba krîza navnetewî di raporta xwe ya nû de aşkera kir, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li rojavayê Kurdistanê amadene bo guftûgoya li gel Tirkiyê bikin, lê endamekî komîteye derve ya ENKSê jî aşkera kir, fişarên PKK sedemê rawestana guftûgoyên navbera ENKS û PYDê de ye.

Li gor wê raportê fermandarê HSDê Mazlûm Kobanê û rêveberên din ên HSDê di guftûgoyan de li gel gruba krîza navnetewî amaje bi wê yekê kirine ku berdewam behsa peyvendiyên PKKê li gel YPGê û HSDê ji aliyê çapemeniyê û navendên lêkolînê û bi taybet gruba krîza navnetewî jî bûye sedemê bahanê ji Tirkiyê re ku rewabûna êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê birêve bibe.

Mazlum Kobanê ragehand endamên PKKê dê gav bi gav ji proseya siyasî û hegemonya li ser HSDê bên dûrxistin.

Endamê komîteya derve ya ENKSê Îbrahîm Biro jî ji BasNewsê re ragehand, tişta tê gotin li rojava endamên PKKê bên dûrxistin û îdareya xweser amadeya bo guftûgoyên li gel Tirkiyê di rastîde bîcîh nayê. ‘’Hegemonya PKKê li ser Rojava rê nade rêkeftin di navbera ENKS û PYDê û HSDê de pêkbê. Ji ber heta naha PKK bi temamî dest daniye ser navçeyên bin kontrola HSDê. Herwaha di boneyên PKKê de bilind kirina wêneyên Ebdula Ocalan, derveyî Rojava jî çavkaniya serekî ya kom kirina dahatê û şandina alîkariya darayî ye bo PKKê ye li Qendîlê.’’

Herwaha got: ‘’Fişara PKKê wisa kiriye guftûgoyên navbera me û PYDê di xalekî de rawestin, ew jî ji ber desthilata Qendîlê ya li ser Rojavaye. Her ew fişar jî li qonaxa naha de rê ji PYDê û HSDê nade ku li gel Tirkiyê guftûgo û danûstan bikin û garantî hebe ku Rojavayê Kurdistanê parstî be.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin