Îbrahîm Biro: Aldar Xelîl dixwaze danûstandinan bi dawî bîne

Îbrahîm Biro: Aldar Xelîl dixwaze danûstandinan bi dawî bîne

.

A+A-

Îbrahîm Biro li ser daxuyaniya Pêşmergeyên Rojava bersiva Aldar Xelîl da û got ew, “dixwaze danûstandinan bi dawî bîne.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro derbarê daxuyaniya Aldar Xelîl ya li ser Pêşmergeyên Rojava ji Rûdawê re ragihand, Aldar Xelîl gelek caran bi xirabî behsa ENKSê kiriye lê vê care bi zelalî bersiva wan xalan da ku dê di qonaxa bê ya  danûstandinan de bêne gotûbêjkirin û bi zelalî rê li ber girt.

Îbrahîm Biro herwiha got, Aldar Xelîl dixwaze danûstandinên ENKS û PYNKê bi dawî bîne û diyar kir, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî jî di ber vê yekê de berpirsyar e, ji ber ku wiha nîşan dida ku têkildarî danûstandinan ev xwedî biryar e.

Biro diyar kir, daxuyaniya Aldar Xelîl helwesta aliyê duyem li hember qonaxa bê ya danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û got: “Em nabêjin ev nêrîna tevahiya PYNKê ye, lê PYD serpireştiya wan danûstandinan dike, gelek serkirdeyên wan li ser vê meseleyê ev gotin gotine û timî dane xuyakirin ku nekarin rêkeftinekê bi ENKSê re û bi Pêşmergeyên Rojava re bikin.”

“Dema gavên baş têne avêtin karên cuda têne kirin”

Biro da xuyakirin, di dema dawiyê de gelek karên weke girtin, şewitandina ofîsan û karên din yê ku li ser erdê tê kirin, ne li gorî wan sozan bûn ku Mezlûm Ebdî dabûn û li gor Amerîkayê jî naçe serî.

Îbrahîm Biro herweha behsa wê yekê jî kir ku her cara gavek tê avêtin, li ser erdê karên cuda tên kirin û li ser pirsa “Gelo Mezlûm Kobanî dikare bi fişarxistina ser PYNKê berdewamiyê bide diyalogê?” got, “Ez dibêjim; ji destê Kek Mezlûm derketiye.”

“Amerîka bixwaze danûstandin dê berdewam bin”

Biro tekez jî dike, ku divê PYNK û HSDê derbarê gotinên Aldar Xelîl de helwesta xwe bi zelalî aşkere bikin û got, “Tiştên li ser erdê tên kirin li dijî berjewendiyên miletê Kurd in.”

Li ser pêşeroja danûstandinên Kurdî jî Biro amaje bi wê dike ku eger Amerîka bixwaze danûstandin dê berdewam bin lê got jî, “bêguman berjwendiyên miletê di ser her tiştî re ne eger xelkek bixwazin miletê me têxin bazaran û bifiroşin û her rojê li cihekî be, zehmet be berdewam be. ENKS ti caran xwe daye alî. Eger di berjwendiya gelê me de be em li gel danûstandinan in. Em wek ENKS karî xwe berdewam dikin.”

“Pêşmergên Roj xebat di ber miletê Kurd de kirine”

Derbarê karîgeriya îdareya nû ya Amerîkayê li ser danûstandinên Kurdî û rewşa Rojavayê Kurdistanê, “Îro ne rewşa 2014an ku DAIŞ hebû, niha siyaseteke din li deverê tê meşandin, nêrîna Amerîkî li ser tiştekî din e.”

Di dawiya gotinên xwe de Îbrahîm Biro li ser daxuyaniya Aldar Xelîl ku gotibû “Pêşmergên Roj çete ne” got, “Miletê me bersiv da, perçeyên din ên Kurdistanê jî ti carî vê tiştê qebûl nakin. Pêşmergên Roj xebat di ber miletê Kurd de kirine. Mafekî me yê rewa ye ku Pêşmergên Roj vegerin îro be an rojeke din be.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin