Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin

Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin

Hunermendên ji Dersimê bertek nîşanî projeyên madenê yên li Dersimê dan û diyar kirin ku çav berdane çiyayên wan û bang li civakê kirin ku li dijî talanê derkevin.  

A+A-

 

Miduriyeta Giştî ya Maden û Karên Petrolê (MAPEG) dixwaze li 68 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 766 herêman ji bo qada madenê veke û rûhsatê bide. Yek ji van bajaran jî Dersim e û tê xwestin 11 herêmên Geliyê Mûnzûrê û navçeya Pulurê bixin ber talana ekolojîk. 

Hunermendên li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan û bang li civakê kirin ku li dijî talana xwezayî ango ekolojîk derkevin. 

‘TALANKIRINA XWEZAYÊ DERKETIYE ASTA JOR’ 

Hunermend Mûsa Bakî diyar kir ku di nava 10 salên dawî de talankirina xwezayê derketiye asta herî jor û bi van porjeyan mêrg û dar û deviyên wan werin tunekirin. Bakî got di serî de ji bo projeyên rantê bajarê Dersimê tê. Bakî anî ziman ku di demên dawî de cihê wan pîroz Kaniyên Mûnzûrê bûne hedef û got: “Bi projeyên madenê çav berdane çiyayên me. Çiya û cihên me pîroz bîra me ne. Dixwazin bîra me tune bikin. Hem bîra me tune dikin hem jî dixwazin polîtîkaya pişaftinê li ser me birêve bibin. Divê em bi seferberî li dijî vê feraseta talanker derkevin.” 

‘XWEZA PÎROZ E’ 

Hunermend Metîn Kahraman jî destnîşan kir ku xweza di baweriya elewîtiyê de pîroz e û got: “Pêwîste bizmarek li xwezayê neyêxistin. Bi van projeyan dê çandinî û sewalkarî jî were tunekirin. Di encamê de wê birçîbûn û koçberî çê bibe. Ez bang li civakê dikim ku bi seferberî li dijî rantê û talanê derkevin.” 

‘DIVÊ GEL LI DIJÎ RANTÊ RABE’ 

Hunermend Zeynep Kiliç jî diyar kir ku îqtîdar ji bo xweza tune bibe rantê temîn dikin û got: “Heke qadên madenê vebibin, wê axa me ji destê were girtin. Wê zeviyên me û çandiniya me tune bibe. Wê xweşikiya xweza û bajarê me bi dawî bibe. Wê cih û welatê me ji me bistînin. Ji ber vê yekê divê hunermend, partî, gel û civak li dijî rantê rabe û xwezaya xwe biparêz e.”

MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin