HSD: DYA navbeynkariya me û Tirkiyeyê dike

HSD: DYA navbeynkariya me û Tirkiyeyê dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo nîqaşên li ser “herêma ewle” gotiye ku DYA navbenykariya me û Tirkiyeyê dike.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo nîqaşên li ser “herêma ewle” gotiye ku DYA navbenykariya me û Tirkiyeyê dike.

Nîqaşên li ser “herêma ewle” ya ku tê plankirin di bin koordînasyona Tirkiye û DYAyê de li bakurê Sûriyeyê bê avakirin berdewam dikin. Mazlûm Ebdî, Serfermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî derbarê mijarê de axivî ye.

Li gorî nûçeya beşa tirkî ya Deutsche Welleyê Ebdî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî ye û gotiye ku di dema hevdîtinên di navbera Tirkiye û DYAyê de, wan pêşniyarên xwe bi rêya DYAyê aniye rojevê û ne rasterast be jî ew beşdarî hevdîtinan bûne.

“Hatiye misogerkirin ku wê gotûbêj berdewam bikin”

Ebdiyî behsa hevdîtinên di navbera DYA û Tirkiyeyê de kiriye û gotiye, nêrînên wan û yên tirkan hatine nirxandin û DYA navbeynkariyê dike:

“Emerîkî di navbera me û dewleta tirk de navbeynkarî dikin. Nêrînên dewleta Tirk ji me re tînin, tiştê ku em qebûl dikin û yên qebûl nakin jî dibejin. Heman demê de nêrînên me jî ji dewleta Tirk re dibin û ew jî tişten qebûl dikin yan qebûl nakin dibejin. Ev bi vî awayî berdewam dike. Ev hevdîtinên dawî de hate mîsoger kirin ku wê hevdîtin berdewam bibin. Em vê erênî dibînin.

“Em balafirên tirkan qebûl nakin”

Mazlûm Ebdiyî destnîşan kiriye û gotiye, wan ew pêşniyar qebûl nekiriye ku Tirkiye qada hewayî li herêmê bi kar bîne û wiha berdewam kiriye:

“Na tiştek wiha ji me hate xwestin lê me qebûl nekiriye û qebûl jî nakin. Dewleta tirk ji xwe balafirên keşfê li ser sînor herêma ewle dibîne. Heger ku balafirên keşfê di herêma ewle de kar bikin, wê beşên derve herêma ewle jî têxin xeteriyê. Em ev tişt pêwîst nedît û ji bo hêzên xwe yên leşkerî xeter dît.”

Ebdiyî diyar kiriye ku ew ne dijî hatina penaberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û ev jî beşek ji peymanê ye. Ebdî wiha axivî ye:

“Ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Tirkiyê ne dikarin vegerin. Em ne li dijî vegera wanin. Ev jî beşek lihevhatinê ye û me jî qebûl kiriye ku kî dixwazê dikarê vegerê. Lê belê şertekî esasî, kesên ku berê El-Nûsra, DAIŞ, komên terorîst de cih digrin  û zext li gelê herêmê kirine û aliyên dadgeha me de tên xwestin dikarin vegerin lê wê bên dadgeh kirin. Piştî ku mijarên hûkûqî çareser bikin, dikarin jiyana xwe berdewam bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin