HSD: Divê xelk vegere ser mal û milkê xwe.

HSD: Divê xelk vegere ser mal û milkê xwe.

Serkirdetîya Hêzên Sûrîya Demokratîk jî di derbarê wê rêkeftina Tirkîye û Amerîkayê de ragihand ku li ser daxwaz û rizamendîya HSDê û her wiha navbeynkarîya Amerîkayê ku cîgirê serokê Amerîkayê weke nûnerê Amerîkayê bû, ew gihîştine rêkeftinekê.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- HSDê ragihand ku li gor wê rêkeftinê agirbestekê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û Tirkîyê de ragihînin û ew agirbest li tevahiya enîyên şer ku ji Serêkanîyê heya Girê Spî. Ev agirbest jî di demjimêr 22:00an de tê bicîhkirin. Di vê derbarê de wê Hêzên Sûrîya Demokratîk pabendî vê agirbestê bin û her wiha daxwaz ji Tirkîyê jî dike ku pabendî agirbestê be.

Şandên Amerîka û Tirkîyê îro li Enqerê civîyan û di encamê de herdu alîyan ragihandin ku wan li ser rêkeftinekê li hev kirine.

Li gor wê rêkeftinê Tirkîye dê êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û YPG jî dê hêzên xwe ji navçeya aram ku Tirkîye dixwaze ava bike vekişîne.

Mazlûm Kobanî: Agirbest tenê ji bo Girê Spî û Serê Kanîyê ye

Ji alîyê din Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî ragihand ku agirbest tenê ji bo Girê Spî û Serê Kanîyê ye.

Mazlûm Kobanî herwiha ragihand ku ew pêşwaziyê li agirbestê dikin û spasîyên xwe pêşkêşî şervanan kirin.

Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê derbarê Rojava de Fermandarê Giştî yê HSD General Mazlûm Kobanî ji medya nêzîkî HSDê axivî û ew agirbest piştrast kir û ragihand ku ew amade ne her tişta ji destê wan tê bikin bo bi serxistina agirbestê.

Mazlûm Kobanî herwiha got ku ev nê nêzikî 3 roj e kar li ser wê agirbestê dikin û Serokê Amerîkayê bi xwe mijûlî vî karî bû û ragihand, “Em agahdarê hewldanan bûn û peywendîya me li gel amerîkîyan hebû. Agirbest herêma di navbera Girê Spî û Serê Kanîyê li xwe digire û guftugo li ser navçeyên din nehatine kirin.”

Mazlûm Kobanî dibêje alîyê vê agirbestê Amerîka ye û ew berpirs in bo ku ew agirbest serkeftî be û ragihand, “Nabe demografîya navçeyê bê guhertin û divê xelk vegere ser mal û milkê xwe.”

Fermandarê HSDê herwiha got, “Ev agirbeste di encama berxwedana qehremanên yên şervanên HSD û herwiha piştevanîya cîhanê ya bo HSDê pêk hat.” Mazlûm Kobanî herwiha got ku fişarên cîhanê jî Tirkîye neçar kir ku agirbestê ragihîne.

Ji alîyê din Fermandarîya HSDê jî daxuyanîyek derbarê rêkeftin û agirbestê de belav kir.

Serkirdetîya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku li ser daxwaz û rizamendîya HSDê û her wiha navbeynkarîya Amerîkayê ku cîgirê serokê Amerîkayê weke nûnerê Amerîkayê bû, ew gihîştine rêkeftinekê.

HSDê ragihand ku li gor wê rêkeftinê agirbestekê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û Tirkîyê de ragihînin û ew agirbest li tevahiya enîyên şer ku ji Serêkanîyê heya Girê Spî. Ev agirbest jî di demjimêr 22:00an de tê bicîhkirin. Di vê derbarê de wê Hêzên Sûrîya Demokratîk pabendî vê agirbestê bin û her wiha daxwaz ji Tirkîyê jî dike ku pabendî agirbestê be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin