Hikûmeta Şamê gef li Rêveberiya Xweser xwar

Hikûmeta Şamê gef li Rêveberiya Xweser xwar

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad diyar kir ku deriyên welatê wî ji bo vegera bi ewle ya penaberan re vekirî ne. Miqdad herwiha xwest ku leşkerên Tirk û Amerîkî ji axa Sûriyê derkevin û ji bo Rojava jî got “Em kêmineya cudaxwaz a li Bakur Rojhilatê Sûriyê li hember xewnên ku ji aliyê Sûriyan ve têne redkirin, hişyar dikin. Divê ew ji xemsariyên xwe vegerin û ji pêşiyên xwe ders werbigrin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê axivî û welatên ku pandemiya COVID-19 wekî amûrek bikar tînin da ku bi awayekî siyasî welatên din dikin hedef, rexne kir.

Miqdad bal kişand ser sizayên Amerîkayê û got "Eger Covid-19 carekê bikuje, cezayên aborî yên yekalî yên bi zorê dubare dikuje."

Herwiha Miqdad îdîa dike ku welatên rojavayî ji rewşa Sûriyê sûd werdigirin ku ti têkiliya wan bi berjewendiyê Sûriyê re tine.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad Tirkiyê bi binpêkirina erkên xwe yên ku di hevdîtinên Şoçiyê de soz daye tometbar dike û got “Piştgirî ji çekdarên Nusra re jî tê kirin. Vê yekê Îdlibê veguherandiye cihê terorîstên biyanî.”

Wezîrê Derveyê Sûriyê, Enqerê li dijî Sûriyan bi sûcên şer, qutkirina ava vexwarinê û "Tirkkirina" mirovên ku li axa "dagirkirî" yên Sûriyê dijîn tawanbar kir û got “Dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û Amerîkayê ve bi behaneyên ne bawer û talankirina çavkaniyan divê demildest û bê şert û merc bê rawestandin.”

Feysel Miqdad diyar kir heta ku heremên Sûriyeyê bikeve bin kontrola hikûmetê ew dê li dijî “terorîstan” şerê xwe bidomînin û got “Zext, derew û sûcdarkirin dê nêhêlin em dev jê berdin.”

Mîqdad tekez kir ku hebûna leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê li bakurê Sûriyê “neqanûnî ye û binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê got ku ew dê leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê ji welat derxin û wiha berdewam kir “Çawa ku me terorîstan ji piraniya axa Sûriyê paqij kir, em ê bi heman israr û biryardariyê, bi karanîna hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî, dagirkeriyê bi dawî bînin.”

Ji bo Rojava hişyarî

Li aliyê din Feysel Miqdad amaje bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û got “Em kêmineya cudaxwaz a li Bakurrojhilat li hember xewnên ku ji aliyê Sûriyan ve têne redkirin, hişyar dikin. Çimkî ji ber van xewnan yên cudaxwaz xwe li qada hêzên ku li dijî yekîtiya Sûriyeyê komployê dikin, dibînin. Baweriya bi hêzên derve xapandin e.”

Miqdad axavtina xwe wiha berdewam kir “Divê ew ji xemsariyên xwe vegerin û ji pêşiyên xwe ders werbigrin. Divê neyê jibîrkirin ku şert girtina li ser hêzên biyanî û piştgiriya dagirkeran şertgirtineke têkçûyî ye.”

Derbarê vegerandina penaberên Sûriyê de jî Feysel Mîkdad wiha got "Me bi zelalî eşkere kir ku deriyên Sûriyê ji bo hemû penaberan heta ser piştê vekiriye ku bi ewlehî û dilxwazî vegerin welatên xwe."

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî ji 2011an vir ve li Sûriyê di şerê navxwe de zêdetirî 350 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Lê tê pêşbînkirin hejmara rasteqîn gelek jê zêdetir e.

Li Sûriyê di şerê navxwe de 23 milyon kes ji cih û warên xwe bûn û 50 milyon kes jî reviyan derveyî welat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin