Hikûmeta Kurdistanê dema karê karmendên xwedan pêdivîyên taybet kêm kir

Hikûmeta Kurdistanê dema karê karmendên xwedan pêdivîyên taybet kêm kir

Hikûmeta Kurdistanê biryar da dema karê karmendên xwedan pêdivîyên taybet kêm bibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya giştî ya çavdêrî û geşedana civakî ya Hewlêrê ragihand, bi fermana Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Kurdistanê biryar day edema karê karmendên xwedan pêdivîyên taybet were kêmkirin.

Li gorî fermana wê wezareta hikûmetê, êdî karmendên ku xwedan pêdivîyên taybet in, dê rojane saetekê kêm kar bikin.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî her wiha biryar daye li her dezgeh û rêveberîyekî karmendek were danîn da ku alîkarîya karmendên xwedan pêdivîyên taybet bike.

 Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin