Hewlêr bo Bexdayê: Ti çareseriyek li derveyî destûrê nayê qebûlkirin

Hewlêr bo Bexdayê: Ti çareseriyek li derveyî destûrê nayê qebûlkirin

.

A+A-

“Armanca êrîşên ser Herêmê, zirargihandina çavkaniyên darayî û aborî û qutkirina proseya veberhênana li Herêma Kurdistanê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna heftane ya Encûmena Wezîran de ku îro çarşemê 29ê Hezîrana 2022yan birêve çû, ragihand: “Armanca êrîşên ser Herêmê, zirargihandina çavkaniyên darayî û aborî û qutkirina proseya veberhênana li Herêma Kurdistanê ye.”

Li ser berpirsyariya kanalên ragihandinê û rola wan a li ser civakê, Encûmena Wezîran di civînê de daxwaz kir, dezgehên ragihandinê bi awayekî berpirsyar û profesyonel reftarê bikin û nebin cihê belavkirina tirs, bizdandin, alozî, tundî û gef ji bo asayîşa niştimanî.

ŞEHÎDKIRINA DU MAMOSTEYÊN ZANÎNGEHÊ

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran, sersaxî li malbat û kesûkarên her du şehîd Dekanê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Kawan Îsmaîl û Mamostetê Fakulteya Endezyarî ya Zanîngeha Selahedîn Prof. Alk. Dr. Îdrîs Hemexan kir.

Di vê çarçoveyê de Serokwezîr destnîşan kir ku Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê raspartiye ku rêkarên pêwîst werbigrin li hember vê tawanê. Herwiha herdu wezaretan raspart ku çekên bêdestûr werin komkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku divê dadgeh bilez rêkarên yasayî û dadwerî li hember tawanbaran û cezakirina wan pêk bînin, da ku tawanbar bibin pend ji bo kesên ku tawanên bi vî rengî difikirin.

ÊRÎŞÊN TERORÎSTAN LI SER HERÊMA KURDISTANÊ

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa mijara çend êrîşên terorîstan li ser xelk û jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê yên çend mehên borî kir.

Li ser vê mijarê, Mesrûr Barzanî diyar kir ku armanca van êrîşna zirargihandina çavkaniyên darayî û aborî yên Herêmê û qutkirina proseya veberhênana li Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr got: “Encûmena Wezîran, wezaret û aliyên pêwendîdar raspartiye ku erkê xwe yê parastina saziyên niştimanî yên Herêmê ku çavkaniya dabînkirina mûçe û xerciyên giştî yên Herêmê ne, cîbicî bikin.

JI 26 MEHAN TENÊ 13 MEH SULFE JI BEXDAYÊ HATIYE ŞANDIN

Li ser pabendiyên darayî yên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî eşkere kir, Hikûmeta Federal bêyî ti hinceteke yasayî û destûrî, Herêma Kurdistanê ji heqên darayî bêpar dike, ku ji 26 mehan, heta niha tenê 13 meh pere bi navê pêşîne ku tenê du sed milyar Dînar e, şandine.

Herwiha diyar kir: “Ev di demekê de ye ku hemû pabendiyên darayî yên Herêmê di para me ya budceyê de daşikandine.”

Di civînê de Encûmena Wezîran tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem pabend bûye bi destûrê. Amade ye ji bo rêkeftina ligel Hikûmeta Federal û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û bi awayekî şefaf hemû zanyariyên li ser dahat û xercî û deynan, bi hejmaran danîne ber tîma Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê.

Encûmena Wezîran destnîşan kir ku ti çareseriyek li derveyî destûrê nayê qebûlkirin.

ZEXTÊN LI SER SEKTORA PETROLÊ

Encûmena Wezîran ji Hikûmeta Federal û Wezareta Petrolê daxwaz kir ku zexta nerewa ya li ser veberhênerên navdewletî yên warê petrol û gazê yên li Herêmê, rawestînin.

Herwiha diyar kir ku diviyabû weke dewleta federal, piştevaniya pêşketin û vejîna aboriya Herêmê bikin, ne ku zextên nerewa bikin ji bo qutkirina vê vejînê.

Hat eşkerekirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî dakokî li heqên darayî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û ji bo vê yekê jî desteyeke yasayî bi amadekariyê ve mijûl e.

ÊRÎŞKARÊN SER KÊLGEHAN KÎ NE?

Piştre, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî behsa wê yekê kir ku zanyariyên wan ên berfireh hene li ser wan aliyên ku êrîş kirine ser kêlgeha gazê ya Kormorê û lêkolînên bi hûrgilî jî hatine kirin, da ku rêkarên pêwîst li hember wan werin wergirtin.

Herwiha eşkere kir: “Êrîş kirine ser projeya berfirehkirina kêlgeha Kormorê, ne cihê ku niha gaz tê berhemanîn ji bi dabînkirina pêwîstiya welatiyan.”

RAGIHANDINA KURDÎ

Li ser mijara weşana medyaya Kurdî ya ji bo mijarên rojane û mijarên girêdayî asayîşa niştimanî, Encûmena Wezîran tevî ku tekezî li girîngiya hevahengîkirina ligel kanalên ragihandinê û dayîna zanyariyan dike, daxwaz kir ku dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdsitanê, di weşana bûyeran de, bi awayekî berpirs û profesyonel tevbigere, di çarçoveya rênima û standardên rojnamevaniyê kar bikin, nebin cihê belavkirina tirs, bizdandin, alozî, tundî û gef ji bo asayîşa niştimanî.

Çavkanî / Kurdistan 24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin